Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir

  • 13:17 5 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Abdullah Ocalan re hevditin kirin.
 
Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Abdullah Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.