Li Qoserê bertekên li dijî qeyûm: Tayîp Erdogan çi dixwaze?

  • 12:28 5 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên Qoserî qeyûmê ku duh tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin şermezar kirin û wiha gotin: "Tayyîp Eerdogan hîna ji me çi dixwaze? Divê her kes êdî ji van pêkanînan re bibêje êdî bese û li ber xwe bide. HDP dengê kurdan e."
 
Wezareta Karên Hundir du qeyûm tayînî şûna hevşaredara Qosera Mêrdînê Nilufer Elîkyilmaz a HDP'yî kir û li şûna wê qeymeqamê navçeyê Huseyîn Çam wekî qeyûm tayîn kir. Jinên qoserê ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûxwm dan diyar kirin ku ewê şaredariya xwe ji dest nedin. 
 
'Divê her kes bê navber bikeve nav têkoşînê'
 
Muazzez Kaymaz a ku bertek nîşanî tayînkirin qeyûm da wiha got: "Me şaredarî bi keda xwe sitandin û em qeyûm qebûl nakin. Divê tu kes vê qebûl neke. Divê em li dijî vê dirindebûnê bi bin yeke û serî rakin. Me ev şaredarî bi keda ku em mal bi mal geriyan sitand. Li ser keda me rûniştin. Dixwzin kurdan tune bikin."
 
'Şaredariyan di bin deynde dihêlin û diavêjin sutiyê me'
 
Jina bi navê Yildiz çam jî diyar kir ku ew qeyûm qebûl nakin û ev tişt got: "Em tu carî qeyûm qebûl nakin kesên ku me dengê xwe daye wan diyar in. Ev bajarê Kura ye, ne yê Tikra ye. Em jinên Qoserê çi ji destê me bê em ê bikin. Tişta ew hilidweşînin em ava dikin. HDP dengê kurda ye. Şardariyan di bin deyn de dihêlin û piştre dikin sutiyeê DHP'ê em vê qebûl nakin."
 
'Me bi dizî û talanê şaredarî negirtin'
 
Jina Qoserî Selama Şahîn jî ev tişt got: "Di nîvê şevê de tên û şaredariyên me desteser dikin. Em hatin û me dît ku hevşaredarên me nagirin hundirê şaredariyê. Çima vê bi me dikin?  Hemû cîhan vê neheqiyê dibîne. Bila êdî Gelê Kurd li dijî van neheqiyan bêdeng nemîne. Hejmara Gelê Kurd zêde ye lê kurd ne li gel hev in. Bila bên gel hev û bibin yek. Tayyîp Erdogan çi ji me dixwaze? Me ne dizî kiriye nejî nelirêtî. Em bi keda xwe hatin vir. Heta aştî neyê wê tundî berdewam bike."
 
Yuksel Elîk jî wiha got: "Divê li dijî qeyûman her kes bibe yek. Em bi dengê xwe hatin vir û em dengê xwe dixwazin.  Kesên ku dibêjin sucdarin bila serlêdana wan qebûl nekira. Me dengê xwe nedaye qeyûm û em dengê xwe dixwazin."