Doza Rojnameya Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 11:50 5 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Danişîna doza 22 rojnamevanên di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin de hatin binçavkirin û bi îdîya “Li dij polîsan derketin” tên darizandin hat dîtin. 
 
Danişîna doza 22 rojnamegerên di dema serdegirtina Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryara Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin de hatin girtin û bi îdîaya “Li dijî polîsan derketin” tên darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat dîtin. Parêzerên rojnamagerên tên darizandin Ozcan Kiliç, Sercan Korkmaz û Hazal Pekşen Demîrhan di danişînê de amade bûn. 
 
Di danişîna hat dîtin de, şandeya dadgehê biryar da ku li benda fermana bicihanîna girtina Amîne Demîrkiran, Gunay Aksoy, Bayram Balci û Ersîn Çaksû rawestin û danişîn taloqî 25’ê Sibata 2020’î kir.