Şehsade Kurt: Em li dijî kesên xebatên jinan wêran dike, li ser peywirê ne

  • 09:16 5 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt diyar kir ku bi daxwazên jin û gel plana stratejiya 5 salan derxistine û got: “Li dijî kesên ku xebatên jinan wêran kirine em li ser peywirê ne.”
 
Şaredariya Rêya Armûşê Wanê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket destê HDP’ê. Di sala 2016’an de qeyûm tayînê şaredariya DBP’ê ya Îpekyolê bûbû. Hevşaredara Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt da zanîn ku piştî texrîbata qeyûm şûnde şaredarî dewir girtine.
Şehsadeyê daxuyakirin ku nûneriya wekhev li her qada xebatê pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî xebatên şaredariyê yên ne adîlane û êrîşên li hember jin û partiya me em di hilbijartinan de bi ser ketin.Gelên me nûneriya wekhev qebûl kiriye. Di vê esasê de me ev soz da jinan;Em polîtîkayên ku jinan derdixe derveyê qada jiyanê red dikin. Heta şîdeta li ser jinan ranebe, şîdeta li ser civakê jî ranabe. Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm ji nû ve dest bi xebatên xwe bikin.”
 
‘Daxwaza jinan navendên jiyanê ne’
 
Şehsadeyê diyar kir ku li Rêya Armûşê navendên piştevaniya jinê ava kirine û got: “Me ji bo jinên rastî şîdetê hatine û dikaribin lê piştgiriyê bigirin yekîne ava kirin. Dîsa jin dikarin ji yekîneyên derûnî, hiqûqî û civakî piştgiriyê bigirin. Me li ser daxwaz û serlêdanên jinan navendên jiyana jinan û piştevaniyê ava kirin. Navenda Jiyanê ya Jinan a Erçek heye. Li navendê faliyetên çand û huner, spor û qurs hene. Ji bo dayik ji vê bi rehetî fêdeyê bigirin, me kreş jî vekirin. Dîsa me li taxa Hafiziye ya Rêya Armûşê Navneda Qursê ya Jinan ava kir. Di pêşerojê de em ê qadên standê ya ku lingê bazarê ye ava bikin. Ji bilî vê Navenda Jiyanê ya Jinan a Sixkê hebû. Dema qeyûm de gelek gazinc hatin. Me biryar da ku em vê navendê ji nû ve çêbikin. Di rojên pêş de wê jin jê fêdeyê bigirin.”
 
Şehsadeyê her wiha bal kişand ser dayîna mazbatayan û got: “Xebatên başkirina texrîbatan didome. Em xebatên jinan xurt dikin. Di qada aboriyê de wê xebatên me bidomin. Me di hemû xebatan de nêrîn û pêşniyarên jinan esas girtin.”
 
‘Qeyûm darbeya li dijî îradeya jinê ye’
 
Şehsadeyê tayînkirina qeyûman rexne kir û got dîsa îradeya jinan tune tê hesibandin û di şexsê jinan de hemû îradeya civakê tê tunekirin û got: “Dixwazin jinan derxin derveyê jiyana siyasî. Îcrata ewil a qeyûman girtina midûriyetên jinan, navendên jinan e. Ev ne tesaduf e. Ev nêrîna zîhniyeta serdest e. Di serî de jin hemû gelê me qeyûman qebûl nakin. Em ê van polîtîkayên qirêj her tim teşîr bikin.”