Lêkolîna nefeqeyê: Derket holê ku rastiya tu îdiayê tune ye

  • 09:15 5 Mijdar 2019
  • Rojane
ENQERE - Dildara Weqfa Piştevaniya Jinan Dr. Ceren Akçabay û Huriye Karabacak yên di ekîba ‘Lêkolîna nefeqeya xizaniyê’ de cih digirin diyar kirin ku tu rastiya îdiayên der barê mijara nefeqeyê de, tune û gotin pirsgirêka esas ev e ku jin nikarin xwe bigihînin nefeqeya xwe û li pişt bûyerên destberdanê yên dibin sedema nefeqeyê şîdetek cidî heye.
 
Pakêta yekemîn ya di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê de ya ji meclîsê derbas bû, tê gotin ku pakêta duyemîn a darazê ku tê de ‘sînorkirina nefeqeyê’ û ‘zarokên rastî îstîsmarê hatine wê bi wî kesî re bidin zewicandin’ wê di mijdar an jî çileyê 2020’an de pêşkêşî serokatiya meclîsê bê kirin. Wekfa Piştevaniya Jinan li dijî vê sererastkirina ku tê plankirin wê bînin, ‘Rapora Lêkolîna Nefeqeya Xizaniyê’ amade kir.
 
Dosyayên 140 dosyayên berdan û nefeqeyê yên li 11 bajaran hatiye dîtin di raporan de cih girt. Ji Dr. Ceren Akçabay ya ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê hat îxrackirin û parêzera dildar a Weqfa Piştevaniya Jinan Huriye Karabacak, der barê xebatên xwe û pakêta darazê ya duyemîn de axivî.
 
Cerenê diyar kir ku demek bi weqfa piştevaniya jinan re, bi parêzerên ji bajarên cuda xebata ‘zayenda civakî û hiqûq’ meşandine û di vê atolyeyê de hem parêzerên jin anîne cem hev û hem jî di mijara hiqûqa femînîst de agahdarî kirine. Cerenê bi lêv kir ku di vê hevdîtinê de derbarê pirsgirêkên hiqûqî de nîqaş û pêşniyar kirine.
 
‘Xebat wek sosyo-hiqûqî hatiye dîzaynkirin’
 
Cerenê di berdewamiyê de da zanîn ku nîqaşên nefeqeyê sê sale didomin û got: “Em di atolyê de bûn tora parêzeran û li ser vê me biryara vê xebatê da. Me got gelo em dikarin dosya bixwazin. Me di mehekê de ji 11 bajarî 140 dosya kom kir. Em li ser dosya xebitîn. Xebat wek sosyo hiqûqî hat dizaynkirin.”
 
‘Jin ji xeleka şîdetê nikarin derkevin’
 
Cerenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di çarçoveya daneyan de tevgeriyan. Me analîza nîqaşek polîtîk jî kir. Me ji dosyayan daneyên xwe danîn holê. Ev dane hemû dişibiyan hev. Di pêvajoyên destberdanê de mijara girîng, ne nefeqeya xizaniyê bû, xizaniya jinan û şîdet derket holê. Pirsgirêka esas pêkanîna sererastkirina heyî ye. Nefeqe nayên dayîn. Nefeqe gelek kêm in. Jin ji ber vê di xeleka şîdeteke cidî de ne. Hemû kesên di vê qadê de dixebitin vê dizanin. Lê ji ber em ji daneyan bêpar bûn, me nîqaşên xwe kirin. Bi saya vê xebatê derket holê ku rastiya îdiayên ‘ mêr mexdûr dibin, di zewacên demkurt de seranserê temen nefeqe tê girtin’ tune ye. Weqf di heman demê de parçeyeke ‘Platforma Dest Nede Mafê Nefeqeya Min’ e. Ev nîqaş ji wir re jî hatin ragihandin. Wan jî got wê piştgiriyê bidin. Em ê bi kampanyayan van li ser çapemeniya civakî vê nîqaş bidin.”
 
‘Beriya 2016’an nîqaşa civakî tune bû’
 
Ji ekîba xebatê parêzer Huriye Karbacak jî diyar kir ku nîqaşên nefeqeyê di 2016’an de li meclîsê dest pê kirine û got: “Beriya vê di civakê de nîqaşek tune bû. Em wek weqfê 26 sale ji bo jinên rastî şîdetê hatine di alî hiqûqî û derûnî de dibin destek. Dema jinan serî li me didan ewil ji darazê gazinc dikirin. Jinan digotin ‘nefeqe hat girêdan lê kêm e, hat girêdan an jî qet nehat girêdan’. Ez wek parêzerek 20 salî dibêjim ku pirsgirêkek der barê nefeqeyê de hebe jî, xwenegîhandina nefeqeyê ye. Xebata me kiriye jî hemûyî temsîl dike. Her wiha li pişt destberdanên ku dibin sedema nefeqeyê şîdetek giran heye.”
 
Huriyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di çapemeniyê de mijara nefeqeyê rast cih nagire û bang kir ku divê dane, tecrubeyên rêxistinên jinan bên şopandin û li gorî vê nûçe bên çêkirin.