'Li Rojava kurd qetil kirin û li vir jî vîna wan xesp kirin'

  • 09:11 5 Mijdar 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu derbarê tayînkirina qeyûm de axivî û got ku bi tayînkirina qeyûmana lawazbûna îktîdara AKP'ê ye û wiha got: “Li Rojava bi êrîşên ku dan dan destpêkirin re kurdan qetil dikin û li vir jî bi tayînkirina qeyûman re jî vîna wan desteser dikin. Ev êrîş li dijî li dijî destkeftiyên jinan û vîna Gelê Kurd hat kirin.”
 
Wezarete Karên Hundir, di 29’ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê kir. Li şûna Hevşaredar Mehmet Zirig, Qeymeqamê Navçeyê Davût Sînanoglu wekî qeyûm hat tayînkirin. Derbarê tayînkirina qeyûmê de Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ji ajansa me re axivî.
 
Bêrîvan, di destpêka axaftina xwe de qeyûmê ku tayînê şaredariyê hat kirin şermezar kir. Bêrîvan, bal kişand ser êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Tirkiyeyê û got şerê ku hatiye destpêkirin  girêdayê hevdû ye. Bêrîvan, bi lêv kir ku îro bi tayînkirina qeyûman îktîdarê dest daniye ser vîna gel û ev tişt anî ziman: “Li ku derê kurd dijîn îktîdar êrîşê wan dike û dest dide ser vîna wan. Elbet em qeyûm qebûl nakin û ev ji bo me ne nû ye. Ji ber ku Îlona 2016’an de dîsa qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Ji ber ku di hilbijartinan de nikarin ji Cizîrê deng bistînin û şaredariyê dest bixin, berê xwe didin qeyûman. Ev jî diyar dike ku ew çiqasî bêçare mane. Îktîdar niha bi vî awayî dixwaze dest bide ser vîna gel û xwe bide jiyîn.”
 
‘29’ê Cotmehê ji xwe re kirin cejna dûyem’
 
Bêrîvan, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî tayînkirina qeyûman divê hem gel û hem jî siyasetmedar rihê demê baş bixwînin û tevbigerin. Bêrîvan, got ku li hember van êrîşan bersivek baş û xûrt divê bêdayîn û her kes rabe ser piyan. Bêrîvan, da zanîn ku li dijî Gelê Kurd bi êrîşên ku hatine destpêkirin re dixwazin kurdan tune bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Erdogan di axaftinên xwe de dibêje 'ez êrîşê Gelê Kurd nakim'. Lê belê îro êrîşî Bakur û Rojavayê Suriyeyê dike. Tayînkirina qeyûman jî heman tişte û diyar dike ku dijminê Gelê Kurd e. Îktîdara AKP’ê dixwaze li ser xwîn û vîna Gelê Kurd xwe ava bike. Divê gelê Botanê bersiva rihê demê bide. Divê em xwedî li hev û vîna xwe derbikevin. Di sala 2016’an de dema qeyûm tayînê şaredariya Cizîrê hatibû kirin şerê xweseriyê wek hincet hatibû nîşandan. Lê îro tû hincet nîne jî dîsa qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Şaredariya ku ji sedî bi 77 dengan hat girtin bêhincet dest danîn ser. Ev tişt nayê qebûl kirin. Ev jî bêehlaqiya wan e. Di 29’ê Cotmehê de pîroz kirina Roja  Komarê dîsa rastiya xwe dan nîşandan. Di vê rojê de dest danîn ser vîna Gelê Kurd û ji xwe re kirin cejna dûyemîn. Cizîra Botan xwedî dîrokeke  girîng e û wan îro êrîşê vê dîrokê kirin.”
 
'Ev têkçûna wan nîşan dide'
 
Bêrîvan, diyar kir ku piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin ew li hember êrîşên tên kirin bi hêztir bûne û wiha  anî ziman: “Tayînkirina qeyûm nîşan dide ku gelê Cizîra Botan li hember wan êrîşan serî netewandiye û bi hêztir bûye. Kesên ku îro vî tiştî ji xwe re wek serkeftinê dibînin dibê ku bizanibin ev ne serketin têkçûna wan e. Ev hovîtî û êrîşên wan dê tu carî neyên jibîrkirin. Me soz daye gelê xwe ku em ê dîsa di nav gelê xwe de bin. Tişta ku ji me tê xwestin û çi pêwîst be em ê wê bikin. Tişta ku me heta niha nekiriye jî em ê bikin û em ê bibin bersiva vîna gelê xwe. Îktîdar dixwaze ku vîna vî gelê bi zordarî bi dest bixin. Divê em sekneke layiqê Cizîra Botan nîşan bidin. Dilê gelê me gelek şikesti ye. Ji ber ku dibêjin ‘em çiqasî hildijibêrin ew dest didin ser. Lê ew çiqasî dest bidin ser jî em ê her carî vîna xwe nîşan bidin.’ Gelê me êdî dibêje rihekî din pêwîst e.”
 
‘Li Rojava kurdan qetil dike, li vir jî vîna gel desteser dike’
 
Bêrîvan, diyar kir ku dema êrîşî  Rojava nekin û qeyûman tayîn nekin hîn tişt kêm dimînin ji bo wan û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Îktîdara AKP’ê îro êrîşê Rojava dike û ji aliyek dinê ve jî qeyûm tayînê şaredariyan dike. qeyûman di bin siya şerê Rojava de dihêle. Ji ber ku dizane dema êrîşên li ser Rojava di rojevê de bin qeyûm zêde nayayê rojevê. Ev jî taktîka wan a şer e. Îktîdara AKP’ê li Rojava êrîşî Gelê Kurd  dike û qetil dike, li vir jî bi vî awayî vîna gel qir dikin. Em nikarin herdu tiştan jî ji hevdû dûr bigirin. Ji ber ku  ev herdû jî girêdayî hevdû ne. Lê îktîdar di axaftinên xwe de jî dibêje ez êrîşê Gelê Kurd nakim. Ger ku ev êrîş nîne wê demê çi ye? Îro dîsa li her aliyê vîna Gelê Kurd tê desteserkirin. Îktîdar naxwaze ku em kurd di qada navneteweyi de xûya bikin. Ji ber ku em kurd in em hedef hatine girtin. Divê em vê bêrûmetiyê qebûl nekin. Ev bi salan e li dijî me êrîş tên kirin, lê em jî bi salan e li hember van êrîşan li ber xwe didin.”
 
‘Ev êrîş îro li dijî destkeftiyên jinan û vîna kurdan e’
 
Bêrîvan, di dawiya axaftina xwe de got ku wan bi salane li hember êrîşan gelek bedelên giran dane û  gihiştine asta azadiyê. Bêrîvan anî ziman ku divê êrîş neyên qebûlkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku kurd xwedî cihek girîngin îro kurd hedef tên girtin. Lê em ê rê nedin vî tiştî û berxwedana xwe mezin bikin. Ji ber ku me xwe gihandiye asta azadiyê. Em nikarin vê nîvco bêhêlin. Ev tayînkirina qeyûman li dijî Gelê Kurd êrîşeke.  Ev êrîş îro li dijî destkeftiyên jinan û vîna Gelê Kurd hat kirin.”