Jinên Êzidî: 14 gundên Êzîdiyan di bin metirsiya hilweşînê de ne

  • 09:08 5 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Jinên Êzîdî yên Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê neçarî koçberiyê bûn û niha li Hesekê dimînin gotin “Erdogan dixwaze gelên li herêmê hîn zêde qir bike.”
 
Kurdên Êzidî yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi giştî civakek herî zêde ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek azar kişadine. Gefên dewleta tirk ên kuştin, serêjêkirin, şewitandina gundan û bi darê zorê dûrxistina ji baweriyê didomin.
 
'Ji ber topebarana dewleta tirk 14 gundên Êzidiyan di metirsiyê de ne'
 
Li Serêkaniyê û gundewarên wê dewleta tirk û komên girêdayî wê ji bikaranîna çekên fosfora spî û kimyayî heta talan û hilweşandinê gelek sûcên şer kirin. Weke hemû pêkhate û baweriyên herêmê welatiyên Êzidî jî para xwe ji van kirinên dermirovî girtin. Di êrîşên salên 2012 û 2013’an de jî bawermendên Êzidiyên li gundên weke Esediyê, Der Dara û Cava yên Serêkaniyê hatibûn înfazkirin û cenazeyên wan bi erebeyan li ser rêyên bajêr û gundan hatibûn gerandin. Niha jî bi heman aramanca tunekirina mal û canê wan êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê berdewam dikin. 14 gundên Êzidiyan ên li herêma Serêkaniyê ne di bin metirsiya talan û wêranê de ne. Têkldarî vê mijarê Jinên Êzidî yên gundewarê Serêkaniyê ku neçar man gundê xwe berdan û koçberî Bajarê Hesekê bûn gotin:“14 gundên Êzidiyan di bin metirsiya hilweşînê de ne, ji ber topbaranê em derketin û ber bi Hesekê ve koçber bûn.”
 
'Senaryoya Şengalê dubare dibe'
 
Ji jinên Êzidiyên herêma Serêkaniyê Fatma Tewo (52) neçarî koçberiyê bûye wiha got: “Ji destpêka êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Serêkaniyê hedef hatiye girtin û bê navber ji hewayî û bejayî lê dixin. 14 gundên Êzidî û Xiristiyan ên li gundewarê Serêkaniyê vala bûn. Gundê Can Temir, Mezin, Sikeriyê, Mrîkîs, El Esediyê, Dirdara, Cava,Til Sexir,Taxa Zerdeşt, Seîd, Şêxhemûd, Xibet Benat,Tilîlûnê, El –Dirêî û gelek gundên dinê hatin topebarankirin. Di êrîşên ku li ser herêmê tê kirin de taybet Kurdan hedef digirin û hewil didin komkujî û senaryoya Şengalê dubare bikin. Ew hemû gelê herêmê qir dikin.”
 
‘Şideta li ser jinê şideta li ser civakê ye’
 
Jina bi navê Zawira Sinan (62) jî bal kişand ser hedefgirtina jinan û wiha dewam kir: “Artêşa tirk a dagirker û DAIŞ yek in. Li Şengalê jinên Êzidî revandin û li bazaran firotin. Îro jî bi heman şêweyê artêşa tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra jinan hedef digirin û direvînin. Dijmin di destpêka ku êrîş dike jinan hedef digire. Ji ber jin bingeha avakirina civakek exlaq û polîtîk e. Ji bo şikandina civakê şidet li ser jinê didin meşandin. Lê me vê derbas kiriye. Em ê her di nava têkoşînê de bin û bajarê xwe rizgar bikin .”
 
Zawirayê bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkê xwe yê wijdanî rabin rê li pêşiya qetilkirina jin û zarokan bigirin.