Komîteya Jin a Rojava Diparêzin: Êrîş li ser birdoziya jinê ye

  • 09:04 5 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endamên Komîteya Jin Rojava Diparêzin diyar kirin ku êrîşên atrêşa tirk a li dijî nirx û deskeftinên Şoreşa Jinê ye û gotin: “Em ê bi hevgirtina jinan şoreşa jinê biparêzin.”
 
Artêşa tirk  di 9’ê Cotmehê de bi operasyonekê êrîşî seranserî sînorê Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi hezaran jin û zarok koçber, şehîd û birîndar bûn, di heman demê de jin hate hedefgiritin û revandin. Têkldarî mijarê Enamên Komîteya Jin Rojava Diparêzin xebatên xwe yên pêvajoya êrîşan ji ajnasa me re nirxandin û gotin: “Yekîtî û berxwedana jinan dê dagirkerî û êrîşan têk bibe.”
 
‘Êrîş guhertina demografiya herêmê armanc digire’
 
Endma Komîteya Jin Rojava Dipraêzin Stêrk Ebdo diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhertina demografiya herêmê ye û wiha dewam kir: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û guhertina demugrafiya herêmê armanc digire, êrîşî sîtema demokratîk a ku banga azadiya jinê û civakê ye dikin. Êrîş taybet li ser birdoziya jin a ku banga azadî, wekehevî ya demokratik tê kirin. Mînaka wê jî şehîd Hervîn ku banga wekhevî û azadiyê bû û Şehîd Amara ku parastina nirxê şoreşa jinê dikir û avakirina jiyanek azad dikir hatin hedefgirtin. Ev êrîş birdoziya wehşeta baviksalarî nîşan dide.”
 
‘Yekîtiya jinan dê êrîş û dagirkeriyê têk bibe’
 
Endama Komîteya Jin Rojava Dipraêzin Bêrîvan Qereçox jî da zanîn ku kampanya ya dane destpêkirn bi armnaca yekîtiya jinên cihanê ye û wiha pê de çû: “Ev nêzî 3 heyvan me dest bi kampanya Jin Rojava Diparêzin kiriye. Di vê heyvê de me imze ji bo rawestandina êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin kom kir. 300 rêxistinên jinan, kesayetên navdar û sîyasetmedar jî di navê de 2000 îmza hatin berhevkirin. Armanca me yekîtiya hemû jinên cihanê ye. Ji ber êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin li ser nirx û deskeftiyê jinê ye. Erka her jinekê ew e bibin yek û bi hev re nirxê Rojava biparêzin.”
 
‘Dijminê me baviksalarî ye’
 
Bêrîvanê rola jinan di Şoreşa Rojava de jî bi bîr xist û wiha dom kir: “Êrîşên ku li ser nirêxên Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinan hatiye bidestxistin, li ser jinê ye, di van êrîşan de hedefgrtina jinan carek din piştrastkirina dijminahiya wan a li hemberî jinan e. Îdeolojiya DAIŞ’ê û îdeolojiya baviksalarî bûye yek û li dijî îdeolojiya demokratîk şer dike. Li hember êrîşan yekîtiya jinan wê dijmin têk bibe.”
 
Bêrîvanê ji bo belavbûna baskên xebatê di bin banê Komîteya Jin Rojava Diparêzin de û wiha berdewam kir: “Li Elmanya, Îspanya, Birîtaniya, Loksin Bork, Siwêd û Rojava hatiye avakirin. Her roja diçe li welatek cuda şaxê xwe yê nû vedike. Ev jî ji bo parastina deskeftiyên jinan gavek girîng e. Bi hevgeritina jinan em dikarin li hemberî hemû êrîşan bisekinin û serkeftî bin.”
 
Endamên Komîteya Jin Rojava Diparêzin banga xwedîderketina parastina nirxê şoreşa jinê li yekîtiya jinên cihanê kirin.