Li dijî êrîşan li Minbicê meş hat lidarxistin

  • 19:09 4 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên gundê Meqta Hecer a Mezin yê dikeve başûrê rojavayê Minbicê  bi meşekê êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê şermezar kirin.
 
Bi sedan şêniyên gundê Meqta Hecer a Mezin yê dikeve başûrê rojavayê Minbicê  bi meşekê êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê şermezar kirin.Şênîyan ji deriyê ketina gund ber bi avahiya Şaredagiya Gel a li navenda gund ve dest bi meşê kirin.
 
Meşvanan pankartên bi nivîsên"Êl û eşîrên Minbicê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê red dikin"," Em dizanin kê em kuştin","Me soza tohildanê daye","Jina ciwan sembola şoreşê û azadiyê ye" her wiha alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclîsa Jinê û Hêzên Xweparastinêbilind kiribûn.
 
Meş li navenda gund  rawestî, piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Xeta El-Muhtereq hevseroka meclisê Delea El-Husên, li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El- Maşî, li ser navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî fermandar Mehmûd Îbrahîm, axivîn. Kesên axivîne êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar kirin û gotin wê Erdogan û artêşa wê nikaribe îradeya gelê herêmê bişkîne.
 
Xwepêşandan bi dirûşmên dilsoziya bi têkoşeran re û silavkirina Berxwedana Rûmetê, bi dawî bû.