Li Silêmanî merasîma rêz û dilsoziyê hat lidarxistin

  • 16:14 4 Mijdar 2019
  • Rojane
SILÊMANÎ - Dibistana Koleja Jinan ya li Silêmaniyê ji bo rêzgirtina têkoşerên azadiyê merasîmek ya bîranînê li Silêmanî li dar xistin. Di merasîmê de berpirsên hizbî û hukumî amade bûn. 
 
Dibistana Koleja Jinan ya li Silêmaniyê ji bo rêzgirtina têkoşerên azadiyê merasîmek ya bîranînê li Silêmanî li dar xistin. Di merasîmê de berpirsên hizbî û hukumî amade bûn. Di destpêka merasîmê de bi beşdarbûna hemû xwendavanên keç jinên dibistinê bi cil û bergên pêşmergeyan dest pê kir. Sîrûda neteweyî ji aliyê mamosta Îbrahîm Ehmed ve hate xwendin.
 
Çuvîn Tahir mamostayê hunerê li dibistana Koleja Jinan ku rêveberê merasîmê ye di derbarê vê merasîmê de ji ajansa mere axivî û got: “Îro 4’emîn salvegera merasîma bîranîna şehîdên kurdistanê  ku jiyana xwe ji bo azadiya kurdistanê li dijî çeteyên DAİŞ’ê feda kirine ye. Merasîma me di destpêkê bi xwendina sîrûda netewî ji aliyê xwendevanên jin ve hate destpêkirin. Piştre jî bi şano û xwendina helbestan berdewam kir.”
 
Ji bo salvegera şehîdên pêşmerge yên li çeperan li dijî DAİŞ’ê, şer kirin xwendevanan şanoyek amede kir û pêşkeş kirin. Di şanoyê de du xwendevan rolê pêşmerge û hevjîna wan leyîst ku di roja dayikbûna keça wan de xebera şehîdbûna pêşmerge dibihîse. Kêfxweşiya wê malê dibe xem û bê dengî, wesyeta wî pêşmergeyî dibe têkoşîna keça wî ji bo kurdistanê û azadkirina kurdistanê.”