'Bi pereyên xwe, xwe nekujin'

  • 14:34 4 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Saziya civaka sivîl û Mamosteyên bajarê Qamişlo ji bo kel û pelên dewleta tirk boykot bikin bi dirûşmeya "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" belavok ji dukandar û şêniyên bajarê Qamişloyê belav kirin. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca boykotkirina kel û pelên dewleta tirk dest bi hemleya boykotkirinê kirin. Îro jî li bajarê Qamişloyê Saziya civaka sivîl û mamosteyên bajarê Qamişloyê daketin qadan û bi dirûşmeya "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" belovak ji şêniyên bajarê Qamişloyê û dukandaran belav kirin. 
 
Di belavokê de ev yek hatibû nivîsandin: 
 
Em ê xwarina dagirkeriya tirk nexwin
 
Her bazirganiyek bi dagirkerê re, dibe fişek ji bo kuştina Kurdan
 
Kirîna her kel û pelên tirkan, kuştina zarokekî kurd e
 
Bi pereyên xwe, xwe nekujin
 
Berhemên tirkan, bêhna xwînê jê tê
 
Bombeyên fosfor bi pereyên te tên kirîn."
 
Di dawiyê de şêniyên bajarê Qamişloyê helwestê xwe dane diyarkirin ku ew ê kel û pelên  dewleta tirk nekirin ji ber ew pere dibe fişek û zarokên wan qetil dikin.