'Malên tirkiyeyê dibe top û bombe û zarokên me dikuje'

  • 14:20 4 Mijdar 2019
  • Rojane
Ferîda Zada
 
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Saziya Civaka Sivîl a Kantona Efrînê û şêniyên Şehba û Efrînê, ji bo kel û pelên tirkan boykot bikin, daketin qadan. 
 
Şêniyên Şehba û Efrînê ji bo kel û pelên dewleta tirk boykot bikin, bi dirûşma "Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin" daketin qadan.
 
Hemû saziya civaka sivîl a Kantona Efrînê tevlî vê çalakiyê bûn. Her wiha ji bo boykotê di destpêkê de daxuyaniyek hat dayîn. Piştî daxuyaniyê têkîldarî boykotkirina kel û pelên dewleta tirk belavok hatin belavkirin. 
 
Her wiha jinên ku beşdarî çalakiya vê boykotê bûne nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Em ne Erdogan ne tiştên wî û ne sîstema wî di nava xwe de qebûl dikin'
 
Endama Mala Jinê ya Kantona Efrînê, Guneh Mistefa helwesta xwe wiha anî ziman: "Em bi vê boykotê dengê xwe bilind dikin da ku herkes bizanibe sedema koçberiya me jî dewleta tirk e. Dewleta tirk îro bi firotina kel û pelên xwe aboriya xwe hîn xurtir dike, bi pereyên me êrîşî me dike û zarokên me dikuje. Em wek jin di kîja dikanê de kel û pelên aîdê tirkan hebe em ê bişewîtînin. Em ne Erdogan ne tiştên wî û ne jî sistema wî di nava xwe de qebûl dikin. Her tiştê me heye pêwistiya me bi tiştên tirkan tune ye. Em hemû bibin yek û kel û pelên tirkan di nav xwe de bihelînin." 
 
‘Ev aborî bûye çekek û li hember gelê me tê bikaranîn’
 
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê Aveste Ibrahîm jî ya ku tevlî hemleya saziya civaka sivîl bûye axivî û wiha domand: "Erdogan bi pereyên van kel û pelan aboriya xwe xurt dike û çek dikire û li hember zarok û gelê me bi kar tîne. Em jî vê yekê qebûl nakin û kel û pelên tirkan boykot dikin. Ji ber ku aborî bûye çekek û li hember gelê me tê bikaranîn."
 
'Aboriya tirkiyeyê dibe top û bombe û zarokên me dikuje'
 
Endama Saziya Civaka Sivîl a Kantona Efrînê Şêrîn Hesen a ku bi hemleya kel û pelên dewleta tirk boykot dikin axivî û wiha pê de çû: "Em hemleyekê li tevahî deverên Kantona Şehbayê rabûne ji ber ku em kel û pelên dewleta tirk di nava xwe de qebûl nakin, aboriya tirkiyeyê dibe top û bombe û zarokên me dikuje, ji ber vê yekê boykotkirina kel û pelên tirkiyeyê erkeke exlaqî, mirovî û niştimanî ye. Em weke jin tu carî kel û pelên wî di nava xwe de nahewînin."
 
Weke tê zanîn ev çalakî wê 2 rojan li tevahî Kantona Şehbayê berdewam bike.