Foza Yûsif: Her çiqas çareserî dereng bikeve wê alozî zêdetir bibe

  • 14:17 4 Mijdar 2019
  • Rojane
Roj Hozan 
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, derbarê geşedanên siyasî, rewşa erîşên tirkiyeyê li herêmê, nirxandinên girîng kir û got: "Îradeya  tevahî gelên Sûriyeyê rêgirtina li pêşiya dagirkeriyê ye û çareseriya bingehîn ji bo vê aloziyê ye."  
 
Di çarçoveya rewşa şer û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, geşedanên siyasî û tifaqên ku li ser   pêşeroja Sûriyeyê çêdibin, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif nirxandinên berfireh kir û got: "Li hember eniya paşverû, eniya demokrasiyê em ê ava bikin. Em ê  şoreşa gelan û azadiya jinê biparêzin û serkeftinên heyî, bikin serkeftinên mayinde."    
 
'Terora DAIŞ'ê bi rêya dewleta tirk nasnameya xwe fermî kir' 
 
Foza Yûsif wiha dest bi nirxandinên xwe kir :"Şerê ku dewleta tirk li hemebr gelê me pêş xistiye, esas ne şerekî nû ye. Şerê ku li Kobanê dest pê kir wê demê dîsa jî Erdogan û DAIŞ bi hev re kirin, lê em dikarin bêjin wê çaxê veşartî bû. Piştî ku DAIŞ armancên Erdogan bi ser nexist û têk çû, vê carê dewleta tirk bi artêşa xwe û çeteyên girêdayî wê ket dewrê. Ji bo wê jî DAIŞ bi  Erdogan û dewleta tirk  re esas ew nasnameya wê ya veşartî ye, êdî  DAIŞ bû nasnameyeke fermî. Şerê li hember Gelê Kurd û Rêveberiya Xweser bi sala ye dewam dike. Dewleta tirk dijminatiya wê dike û ji xwe re bi rêbazên cuda rewa dike."   
 
'Erdogan hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dide avakirin'
 
Di dewamiya axaftinên xwe de Foza rewşa şerê ku  li herêmê diqewime nirxand û wiha domand: "Şerê ku li herêmên me diqewimin, esas heman şerê ku di Efrînê de çêbû ye. Di Efrînê de jî projeya demokratîk hedef girtin û politîkaye qirkirinê li hember gelê me dan meşandin û dewamiya wê jî li Serêkaniyê û Girêspî bû. Bê gûman armanca êrîşan ne tenê ev herêm in, lê belê tevahî Rojavayê Kurdistanê ye. Ew îmaja ku Erdogan di hilbijartinan de winda kir, xwest bi rêya qirkirina gelê me nû bike û temenê desthilatdariya xwe bi xwîna me dirêj bike. Ji bo wê jî bê sînor û bê pîvan bi wehşetek mezin tev digere. Erdogan hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dide avakirin."
 
'Şerê Erdogan li dijî demokrasiyê û azadiya jinan e' 
 
Foza di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser nexşeya gelan di  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û wiha dom kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî sedsalan, cara yekemîn e ku kurd, ereb, ermen û sûryan di nava sîstemeke demokratîk de xwe pênase dikin û dijîn. Erdogan vê sîstemê li ser desthiltdariya xwe tehdîd dibîne. Ji ber ew hukmê xwe li ser faşîzmê, diktatoriyetê û netew dewletê  dide rûniştandin. Proja gelan dijberî hemû rengên desthilatdariyê ye. Erdogan dizane eger li herêmên me demokrasî pêş bikeve, wê bandoreke wê li ser tirkiyeyê jî çêbibe. Ji bo wê jî şerê Erdogan li dijî demokrasiyê û azadiya jinan dike berdewamiya wê li Rojavayê Kurdistanê ye." 
 
'Pêvajoya agirbestê ji pêvajoya şer  bi xetertir e'
 
Foza destnîşan kir ku li ser dijwariya êrîşan û têkoşîna gel li hember van êrîşan û wiha got: "Di êrîşên tirkiyeyê de  li ser herêmên me, wan digot di demeke kin de em ê bighêjin armancên xwe. Her çiqas tevahî çekên nato û çekên qedexekirî jî bi kar anîn, berxwedanek mezin  ji aliyê gel û şervanên me hat  nîşandan. Sekneke pir bi hêz hebû. Têkoşîna gelê me hişt ku armancên wan ne weke gor ku  dixwest pêk were. Ev hemû hişt ku bertekên cuda di civaka navneteweyî de jî derbikevin û bertekên cuda werin nîşandan. Li hember vê berxwedanê, dewleta tirk neçar bû ku mijarên agirbestê qebûl bike. Her çiqas tê gotin ku şer hatiye rawestandin û raya giştî bixapînin, lê ji saetên destpêkê heya niha tîfaqa ku di navbera tikriyê, Rûsiyê û Emerîka de çêbû pêkhatiye û tu encamên agirbestê nehatiye pejirandin. Erdogan projeya xwe ya komkojiyê dixwaze  rewa bike. Pêvajoya agirbestê ji pêvajoya şer bi xetertir e û dewleta tirkiyê tiştê ku dixwazê dike. Tîfaqên xwe bi agirbestê didin nuximandin." 
 
'Tirkiyê di vî şerî de wê  bê qezenc derkeve'
 
Foza diyar kir ku Emerîka xwe paş de kişand Rûsya ket dewrê û wiha pê de çû: "Rûsya ji bo berjewendiyên xwe naxwaze li hember tirkiye bisekine.  Emerîka û Rûsya tifaqên wan yên aborî bi tirkan re hene û li ser vîna gelê me li hev hatin. Ev yek êdî eşkere ye, em wekî pilangerî pênase dikin. Li hember vê komkojiyê em rû bi rû ne û di nav de jî hemû netewên ku di herêmê de dijîn eleqedar dike. Di Rojhilata Navîn de gelek kesayetên mîna Erdogan derketin û êrîş li hember gelan didan pêşxistin û welatê xwe jî, ber bi wêraniyeke mezin ve birin. Hêzên navneteweyî Erdogan bi kar tînin ji bo aloziyên herêmê kûr bikin û tim Rojhilata Navîn di nava pevçûnan de be. Tirkiye di vî şerî de wê  bê qezenc derkeve." 
 
'Her çiqas çareserî dereng bikeve wê alozî zêdetir bibe'
 
Foza da zanîn ku heta niha nepêşxistina çareseriyê hişt ku şer û alozî di sûriyeyê de pêş bikeve û wiha dewam kir: " Ger rejîma Sûriyeyê ji destpêkê ve guhertinên bingehîn çêbikira  û rê li pêşiya sîstemeke demokratîk vebûya, ne ewqas hêzên derve firset didîtin ku derbas bikin û tu kesî jî nikarîbû mûdaxeleya îradeya gelên Sûriyeyê bikin. Her çiqas çareserî dereng bikeve wê wê alozî zêdetir bibe. Daxwaziyên me çareserî ye, lê heta niha xîtabên Rêjîma Sûrî xizmeta çareseriyê nakin. Pirsgirêkên wan yên sîstemê ne, ji bo wê çareseriyên bingehîn pêwîst in. Îradeya  tevahî gelên Sûriyeyê rêgirtina li pêşiya dagirkeriyê ye û çareseriya bingehîn ji bo aloziyê ye."  
 
'Li hember eniya paşverû, em ê eniya demokrasiyê ava bikin'
 
Foza wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêviya jiyaneke nû û pergaleke ku  ji bo hemû pirisgirêkan çareseriyê bînê, me  da mirovahiyê. Cara yekem e ku jin di nava vê sîstemê de bûn ewqas xwedî maf, lê ev yek bi tehdîdê rû bi rû ma. Civak û şervanên vê axê tevahî cîhan ji terora DAIŞ'ê parastin.  Tirkiye dixwazin nirxên mirovahî û azadiyê li ser vê axê qir bike. Pêwîst e wekî hêzên demokratîk li hember eniya paşverû, eniya demokrasiyê em ava bikin. Em ê  şoreşa gelan û azadiya jinê biparêzin û serkeftinên heyî, bikin serkeftinên mayinde."