Şaredariya Qoserê dîsa bi 'kulubeyên ewlehiyê' hat dorpêçkirin

  • 13:49 4 Mijdar 2019
  • Rojane
MARDÎN - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, "kulubeyên ewlehiyê" yên qeyûmê berê ku ji ber şaredariyê hatin hilanîn careke din anîn û qadê jor ê avhiyê jî ji bo polîsan veqetand. 
 
Wezîrê Karên Hundir, Hevşaredara Navçeya Qoserê ya Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nilufer Elik Yilmaz a ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, ji sedî 70.45 deng girtin û bû hevşaredar, ji peywirê girt û li şûna wê Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çam weke qeyûm tayîn kir. Hevşaredar û hilbijêr hatin ber avahiya şaredariyê, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji bo karkerên şaredariyê jî rojek destûr hat  dayîn. 
 
Polîsan di saetên serê sibê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin û polîsên tevgera taybet, li ser banê avahiya şaredariyê hatin bicihkirin. Li aliyê din, dema ku rêveberiya HDP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de şaredarî qezenc kir, qulûbeyên ewlehiyê yê qeyûmê berê rakiribûn. Lê qeyûm ev qulûbeyên ewlehiyê yên berî dîsa paş ve anîn. TIR’ên ku qulûbe anîn, di ketin û derketina şaredariyê de, hatin bicihkirin. 
 
Endamên HDP’ê û welatiyên navçeyê yên li dijî tayînkirina qeyûm li ber avahiya şaredariyê kom bûne, rawestandina wan dewam dike.