Şaziya Ibrahîm: Tiştên niha diqewime Rûs û Rejîma Sûriyeyê berpirsiyar in

  • 12:36 4 Mijdar 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Nunertiya Meclîsa Malbetên Şehîdan Şaziya Ibrahîm a tevlî şandeya ku derbasî gel Rûsan bûne û derbarê encamên nîqaşên hatine kirin de ev tişt got: "Dewleta Rûs rê li pêşiya dagirkeriya Erdogan vekir ku Efrînê dagir bike. Şêniyên Efrînê tenê daxwaza wan vegera Efrînê ye."
 
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi deh caran û di demê dawî de 3 caran di hefteyekê de berê xwe dane nokteya Rûsan a li Şehbayê dimînin. Bi armanca xwesteka axa xwe ji dagirkeriyê, ji ber vê yekê şandeyek bi navê gel derbasî nokteyê dibin û xwesteka gel ji wan re radigihînin. Ji ber ku dewleta Rûs a yekem e ku hevkariya Erdogan kir heya Efrîn hat desteserkirin. Di çarçoveya nîqaşên ku bi şandeyê re tê kirin û encamê wê nîqaşên nûnertiya Meclîsa Malbetên Şehîdan Şaziya Ibrahîm nirxandin kir.
 
'Gel ji bo vegera Efrînê, nawestin'
 
Şaziya diyar kir ku di hefteyekê de nêzî sê caran gel derbasî nokteya Rûsan bûne û wiha pê de çû: "Gelê Efrîn û Şehbayê bi armanca xwesteka vegera tevahî deverên dagirkirî bi taybet Efrîn, bi coşek mezin me berê xwe da nokteya wan ya li Şehbayê dimîne, ji ber ku bi hevkariya Rûsya Erdogan karîbû Efrîn dagir bike. Weke şandeyek ji gel derbasî nokteyê dibin. Gelê Efrînê ji bo Efrînê tu carî nawestin di bin baran û germahiyê de dîsa berê xwe didin nokteya Rûsan û bi yek dengî bang dikin û dibêjin 'Efrîn'."
 
'Rûsya rê da Erdogan ku Efrînê dagir bike'
 
Şaziya bal kişand ser derbasbûna wan ji nokteya Rûsan re û wiha domand: "Dema em derbasî nokteya Rûsan bûn bi hinceta li gel wan civîn heye, me li gor xwe eyar dikirin û derbasî hundir dikin. Dema me xwesteka xwe ji wan re ragihand a vegera Efrînê, nûnertiyên ku dewleta Rûs dikin digotin: 'Em ne ji bo şer li vir in, tenê ji bo parastina sînor li vir dimînin.' Di Efrînê de dewleta Rûs hêzên xwe vekişandin û rê li pêşiya Erdogan vekir. Rejîma Sûriyeyê nikarîbû saetekê di bin balafiran de li Efrînê ber xwe bidin, lê gel 58 rojan di bin top û tivingan de şervanên me berxwedaneke herî mezin meşandin."
 
'Tiştên niha diqewime Rûs û Rejîma Sûriyeyê berpirsiyar in'
 
Şaziya qala berxwedana gel ya li Efrînê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Efrînê berxwedaneke dîrokî hat meşandin. Bi sedan ji jin, kal, pîr û zarokên me li hember çavê hemû dunyayê dihatin parçekirin, ev jî tê wateya ku hêzên navnetewî jî rê li pêşiya dagirkeriya Erdogan vekir ku Efrîn dagir bike. Koçberkirina gel bi darê zorê û bêdengiya navnetewî, dewleta Rûs û Rejîma Sûriyê berpisiyar in. Şehba jî cihê niha nûnertiyên dewleta Rûs lê dimînin, dîsa bi xwîna pakrewanên me hatiye avdan. Komkujiyên ku niha diqewimin û çekên qedexekirî ser sivîlan tên bikaranîn Rûs û Rejîma Sûriyê berpisiyara vê yekê ne."
 
'Mandina gel li Şehbayê wê vegera Efrînê mîsoger bike'
 
Şaziya soza xwe ya ji pekrewanan re daye dîsa nû kir û got: "Soza ku me bi pekrewanên xwe daye em dîsa nû dikin. Heta deverek ji axa me di bin dagirkeriyê de be, wê berxwedana me bidome. Heta Efrîn rizgar nebe em ji Şehbayê dernakevin û berê xwe nadin tu deverên dîtir, ji ber mandina me li Şehbayê wê vegera Efrînê mîsoger bike."