Hevserok Nilufer: Dosyaya ku dikin hincet ji zû de ye hatiye girtin

  • 12:18 4 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Dorpêça polîsan a li Şaredariya Qoserê ya ku qeyûm hat tayinkirin didome. Hevseroka Şaredariya Qoserê Nilufer Elik Yilmaz a ku ji peywira xwe hat dûrxistin anî ziman ku dosyaya ku dikin hincet ji zû de ye hatiye girtin. 
 
Bi fermana Wezareta Karê Hundur qeyûm tayinî Şaredariya Qoserê ya HDP'ê hat kirin. Dewsa Hevseroka Şaredariya Qoserê Nilufer Elik Yilmaz qeymeqamê navçeyê Huseyin Çam wekî qeyûm hat tayinkirin. Serê sibehê polîsan şaredarî dorpêç kir û nehişt kes derbasî hundur bibin. Walîtiya Mêrdînê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ji ber hinceta "Endamtiya rêxistinê" Nilufer ji peywirê dûr hatiye xistin. Niluferê da zanîn ku ev tiştê ku hatiye kirin nayê qebûlkirin. 
 
'Dosyaya ku dikin hincet hatiye girtin'
 
Nilufer wiha got:"Dosyaya ku dikin hinceta sûc di 2014'an de hatiye girtin. Em qeyûm û vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Gel bi xwêdana eniya xwe ev şaredarî qezenc kir. "