Parlamenter Şîrîn Emîn bû endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî

  • 10:28 4 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVNEDAN NÛÇEYAN - Parlamentera Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn a li ser fraksiyona Goran, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, bû endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî. Parlamenter Şîrîn bang li hikumet û fraksiyonên nava parlamentoyê de jî kir da ku xwedî helwest bin û bi awayek çalak tevlî pêngavê bibin.
 
Di 20’ê Cotmehê de li navçeya Kelar ya ser bi îdareya Germiyanê, komek çalakvanên civaka sivîl, mamosta û rewşenbîr, li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê Eniya boykotkirina malên Tirkî ava kirin. Endama parlamentoya Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn ya li ser fraksiyona Tevgera Goran, bû endama Eniya boykotkirina malên Tirkî.
 
'Bila herkes dengê xwe bilind bikin'
 
Parlamenter Şîrîn Emîn li ser êrîşên dewleta tirk ji Rojnews re axivî. Şîrîn got ku ew weke fraksiyona Goran bi hemû awayek li dijî êrîşên dewleta tirk e. Şîrîn di dewama axaftina xwe de got; “Li hemerî komkujî û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê, ez bang li fraksiyonên din, Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemû welatên din dikim da ku dengê xwe bilind bikin.”
 
'Ez ê bi awayekî çalak tevlî boykotkirina malên tirkî bibim'
 
Şîrîn li ser endambûyîna xwe ya ji bo pêngava boykotkirina malên tirkî jî got; “Ez parlamentera Kurdistanê me û bûm endama eniya boykotkirina malên tirkî. Ez ê bi awayekî çalak tevlî boykotkirina malên tirkî bibim û bi hemû awayî piştgiriyê bidim kampanyayê. Pêngavek bi vî awayî cihê kêfxweşiyê ye. Ev pêngava boykotkirinê, şoreşek spî ye û helwestek meydanî ya ji bo lewazkirina aboriya Tirkiyeyê a li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê ye. Em dizanin ev pêngava boykotkirinê qertek bi hêz eli dijî dagirkeriya Tirkiyeyê.”
 
'Divê pêngav were berfirehkirin û hemû cîhan helwesta dijî dagirkeriyê bibîne'
 
Şîrîn bang li hemû rêveberên siyasî yên Kurd û hikumetê kir da ku bi awayekî çalak tevlî pêngava boykotkirinê bibin.  Şîrîn di dawiyê de got; “Ji bo ku kampanya tenê di asta helwesta welatiyan de nemîne, pêwîstî bi rêveberên siyasî jî heye. Divê pêngav were berfirehkirin û hemû cîhan helwesta dijî dagirkeriyê bibîne.”