Qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin

  • 10:09 4 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Wezirê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya HDP'ê ya Qoserê kirin. HDP'ê di 31'ê Adarê de li Qoserê ji sedî 70.45 deng stendinbû. 
 
Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariya Qoserê kir û Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz ji peywirê girtin. Li şûna Elik Yilmaz Qeymeqema Huseyin Çam wekî qeyûm tayîn kirin. HDP'ê di 31'ê Adarê de li Qoserê ji sedî 70.45 deng stendinbû. 
 
Heta niha Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şaredariyên Bajarê Mezin ên Wan, Mêrdîn, Amed, şaredariya Colemêrgê û şaredariyên navçeyên Pasûr, Qereyazî, Karaz, Bismil, Peyas, Erdîş, Serav, Gever, Cizîr, Nisêbînê û herî dawî jî tayînî Qoserê kirin.