Li keleha Urartuyan jiyan hîn bi heman awayî didome

  • 09:14 4 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Li warê  Urartuyan ji dîrokê de heta roja me ya îro jiyan bi heman awayî hatiye meşandin  û hîn jin destûr nadin ku bê guhertin. Jinan diyar kirin ku Keleha  Xoşabê ji her şaristaniyan re molavanî kiriye û gotin ku di wan salan de çawa bû niha jî ew jiyana xwe bi wî rengî didin meşandin. 
 
Li bajarê Urartuyan Xoşab a ku 60 km ji bajarê Wanê dûr e û di nexşeya Tirkiyeyê de wekî taxa navçeya Payîzavayê derbas dibe, di salên 1052 û 1642’an de ji aliyê Urartiyan ve hatiye avakirin. Xoşab bi keleha xwe û xwerûbûna xwe bi nav û deng e. Di her mehên demsalê de ji her deverên cîhanê ji bo dîtina keleha Xoşabê turîst diherikin Xoşabê. Bi hezaran sal in li dijî hemû neyîniyan hîn  jî ev keleh li ser piyan e.  Jinên  ku li Xoşabê dijîn hem dîroka Xoşabê û hem ji jiyana xwe  ji me re vegotin.  
 
‘Ez tenê rojeke vir  nadim çend bajaran’
 
Ji niştecihên Xoşabê Necla Kurutay diyar kir ku li gundan jiyan bi wate û xweştir e û got ku ew tenê  rojeke gundan nade çend bajaran û wiha axivî;”Ez bi salane li vir dijîm. Emrê min tev li vir derbas bû. Xoşab ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro  heye.  Ev der cihekî qedîm û taybet e. Ez bi salan e li vir im û  bi min re emrê zarokên min jî li vir derbas bûn. Di dema Urartuyan heta niha tu kesî nikariye destê xwe dirêjî Xoşabê bike. Berê de çawa dihat jiyîn, îro jî wisa tê jiyîn. Di vê jiyanê de rola jinan pir mezin e. Ji ber ku me jinan tu caran nehiştiye ku tu kes destê xwe dirêjî warê Urartuyan bike. Jiyana gundan emrê mirov dirêj dike û jiyaneke bi wate ye. Ji ber wê jî ez tenê rojeke vir  nadim çend bajaran.” 
 
‘Em ji xebatê nawestin tiştê ku me diwestîne rûniştine’
 
Safiye Kurutay jî destnîşanî jiyana gundan kir  û got ku ew ê tu caran jiyana li gundan  terik nekin û wiha pê de çû;” Ez jî bi salane li vir dijîm û ez hatime vî emrê xwe heta niha min xaka xwe terik nekir. Xoşab niha di nexşeya Tirkiyeyê de wekî tax derbas dibe, lê ev der hatî avakirin heta niha gund bû û wisa jî maye.  Amûrên kapîtalîzmê ne pêkan e ku mirov li vir bibîne. Rastî jî ev der bajarê Urartuyan e. Jiyana gundan pir zehmet e, ked dixwaze. Ji bo ku mirov bikaribe li gundan bijîn divê mirov berxwedaneke mezin bide. Ji ber ku mirov bi her zehmetiyekî  re rû bi rû ye.  Zehmetî jiyanê bi wate dike. Jiyaneke ji rêzê ne bi wate ye û  ne jî qedrê wê heye. Em jin li vir her serê sibehê li gel rojê radibin û heta şevan ser piyan in dixebitin. Em ne mirovên teral in û em ji rûniştinê hez nakin. Jiyan bi xebatê bi wate dibe. Li dijî jiyanê divê mirov ked bide. Ev xebat ji hemû li ser jinan tê meşandin. Ji nan pêjandinê û heta bi zaroke re eleqederbûyinê em jin dikin. Em ji xebatê nawestin tiştê ku me diwestine rûniştin e.” 
 
‘Jiyana berê çawa bû niha ji wisa ye’
 
Kudret Kurutay ji anî ziman ku jin ked didin û wiha got:” Keda jinan pir zêde ye. Em serê sibehê dest bi xebatê dikin û heta êvara şevan em dixebitin. Jiyana gundan pir zehmet e, lê ewqas jî xweş e. Qet nebe xebata mirovan bi hev re ye. Herî zêde jin dixebitin lê ev xebate jî ji mêran re dibe par. Xoşab ciheke pir xweş e . Ji dîrokê heta roja me ya îro tu desthilatdaran nikariye ku binesaziya vê derê xira bike. Jiyana berê çawa bû niha ji wisa ye.”