Ji bo gumanbarê tecawizê biryara beratê: Ji bo rêxistinên jinan bang

  • 09:13 4 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL- Li Grava Kinali du sal berê li kesê bi navê M.A ji sûcê tecawizê doz hat vekirin û sêyemîn rûniştina dozê wê bê dîtin. Dozger tevî dîmenan biryara berata gumanbar xwest û mexdûr û malbata wê jî banga piştevaniyê li rêxistinên jinan kir.
 
Di 31’ê Kanûna 2017’an de li Grava Kinali ya Stenbolê, jina bi navê Gokçe ji aliyê mêrê ku hevalê bavê wê bû, M.A ve rastî tecawizê hat. Gokçe ku nexwest paşnavê xwe bide, piştî bûyerê ji Saziya Tipa Edlî rapor girt û der barê M.A de serlêdana sûc kir. M.A li ser vê hat binçavkirin û girtin. M.A ku mehekê girtî ma, piştî lêkolîna mehekê ya ji aliyê dadgehê ve hat kirin şûnde, bêyî bê girtin, bê darizandin hat berdan.
 
Der barê M.A de ji sûcê ‘Êrîşa zayendî’ li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Anadolu doz hat vekirin. Di duyemîn rûniştina dozê de merciya dadgehê, der barê gumanbar de daxwaza beratê kir. Di sêyemîn rûniştina dozê ya wê di 5’ê Mijdarê de bê dîtin de tê payîn ku dosya bi encam bibe.
 
‘Tevî hemû delîlan dozger biryara beratê xwest’
 
Xwişka Gokçeyê, Tugçeyê jî li ser çapemeniya civakî banga piştevaniyê li rêxistinên jinan kir. Tugçeyê da zanîn ku hemû jiyana wan li Grava Kinali derbas dibe û got şêniyên gravê wir her tim wek lîmanek bi ewle dibîne, heta di salên dawî de kes deriyên malên xwe jî mifte nakin. Tugçeyê bi lêv kir ku tiştên ku xwişka wê jiyaye, bi awayekî aşkera di kamerayan de tê dîtin û got ne dadgehê ne jî parêzerên berê dîmen nexistine bin lêkolînê û got: “Di vir de bi zanebûn an jî nebizanebûn, polîtîkayeke çewisandin û sûcdarkirinek veşarî ya bi xof heye. Tecawiz ne sûcê kesa ku rastî tecawizê hatiye. Rapora Tipa Edlî, rapora derbkirinê, rapora derûnî û dîmenên kolanê pêşkêşî dadgehê hat kirin. Ev hemû îfadeyên xwişka min piştrast dikin. Lê bi hinceta xwişka min alkol girtiye, di rûniştina duyemîn de dozger daxwaza beratê kir.”
 
‘Hewcedariya me bi we heye’
 
Tugçeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên jinan kir û wiha dawî lê anî: “Hewcedariya me bi we heye. Sûc şênber e. Hiqûq bi vê bêperwarbûnê zîhniyeta serdest dide meşandin. Ger hûn xwedî li vê dozê dernekevin, hûn ligel me cih negirin wê kî hebe? Tecawiz bi yek sedemê pêk tê, ew jî di wê demê de hebûna tecawizkar a li wir e.”