Tevgerên jinan li Spanyayê hatin cem hev:Divê li Kurdistanê jî li Kolombiyayê jî hebe

  • 09:11 4 Mijdar 2019
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Aktîvîsta TJA’ê Gulcîhan Şîmşek ku tevlî semînera ‘konfederal femînîst’ a Spanyayê bû, wiha got: “Divê lingê nîqaşan yên Kurdistanê hebe, li Latîn Amerîka, Kolombiyayê hebin, bê nîqaşkirin. Divê rêxistinên jinan bê xurtkirin û ev ê li dijî zîhniyeta global bibe bersivek xurt.”
 
Li bajarê Madrîd a Spanyayê li Muzeya Ranya Sofîa, di navbera 22-23’ê cotmehê de semînera ‘konfederal femînîst’ pêk hat û ji gelek welatî jinên femînîst tevlî bûn, ji herêmê jî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek tevlî bû. Gulcîhanê da zanîn ku di semîneran de nêzîkatiyên hikûmetên welatan a li hember jinê, têkoşîna ku jin didin, mîsyona pêşeng a jinan, texrîbata ekolojîk û gelek mijarên din hatine nîqaşkirin û got semîner wek perwerdehiyê derbas bûye.
 
‘Jin dikarin çawa pergalê biguherin’
 
Gulcîhanê der barê nîqaşên hatine kirin de nirxandin kir û wiha got: “Li Şîliyê, li Lubnanê, li Rojhilata Navîn, di şexsê Rojava de, li herêma Latîn Amerîkayê, li Brezîlya, Kolombiya, Spanyayê û Katalanyayê li dijî pergalên dewletên ku bi sînorê faşîzm û kapîtalîzmê hatiye dorpêçkirin, berxwedanek heye. Em li ser esasa ku jin di van berxwedanan de dikarin pergalê çawa biguherin de hatin cem hev. Jinên ji Spanyayê, Rîtta Salamoha, Kolombiya, ji Brezîlya û Arjantînê hebûn. Em ji Kurdistanê tevlî vê xebatê bûn. Semîner li Muzeya Ranya Sofîa pêk hat. Semîner di navbera 22-23’ê cotmehê de pêk hat.”
 
‘Bi jinên cîhanê re pirsgirêk dikarin bên çareserkirin’
 
Gulcîhanê daxuyakirin ku di semînerê de bal kişandine ser hemû pirsgirêkên jinan û got ev pirsgirêk ne tenê aydê welatekî bûye, pirsgirêka hemû jinên cîhanê bûye. Ji ber vê jî tespîta pirsgirêkên giştî tên kirin. Nîqaşkirina pergalê jî, nîqaşeke bi têkçûna modela netew dewletê dest pê kiriye. Me di bin sernavên weke ‘em femînîzmek konfederal dikarin çawa rêxistin bikin’nîqaş meşand.”
 
‘Têkoşîna jinan guherînê pêk tîne’
 
Gulcîhanê bi lêv kir ku jinên tevlî semînerê bûbûn ji welatên xwe agahî parve kirin û nêzîkatiya dewletan a li hember jinan hat destgirtin. Gulcîhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mînakên ku jinên ji Kolobiyayê hatibûn dan bi xof bûn. Mînak jin heta diçin avê tînin, di rê de rastî tecawizê tên. Bi rastî jî ev teşeyê jiyaneke bi xof e. Bêguman pêvajoyek berxwedan û têkoşînê heye. Li aliyekê ku têkoşîn tê dayîn li aliyê din jî rêxistineke diguhere heye. Ev têkoşîn parve kirin. Ji bo me ev agahiyên girîng bûn.”
 
Gulcîhanê destnîşan kir ku wek tevgera jinan a Kurd dînamîkên wan ên jinan ên herêman tên hene û wiha berdewam kir: “Ji teşeyê rêxistinbûnek konfederal a ji herêmî tê, pergalake ku ji her alî her jin xwe îfade dikin hene. Me ev parve kir. Parvekirinên me wek perwerdehiyê derbas bûn. Me bal kişandin ser pêvajoyên rojane. Di semînerê de her wiha nêrînên Birêz Ocalan hatin parvekirin. Divê lingê nîqaşan yên Kurdistanê hebe, li Latîn Amerîka, Kolombiyayê hebin, bê nîqaşkirin. Divê rêxistinên jinan bê xurtkirin û ev wê li dijî zîhniyeta global bibe bersivek xurt. Di nîqaşan de hat dîtin ku pergaleke konfederal pêkan e.”