Suphiyeya ku wesayita zirxî lêxist: Ez tenê edaletê dixwazim

  • 09:08 4 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî li jina bi navê Suphiye Yakut xist û bi giranî birîndar bûbû. Suphiyeyê ji bo rûniştina xwe ya di 6’ê Mijdarê de tê dîtin bang kir.
 
Li Kerboran a Mêrdînê di 22’ê Nîsana 2018’an de wesayîta zirxî ya polîsan li jina 50 salî Suphiye Yakut xistibû û bi giranî rakiribûn nexweşxaneyê. Di laşê wê de gelek şikestin çêbûbû û demek dirêj di nexweşxaneyê de hatibû dermankirin. Piştî bûyerê serlêdana sûc hat kirin û di çarçoveya lêpirsîna hat meşandin de doz hat vekirin. Di dozê de Suphiye ewil wek muştekî û piştre jî wek UYAP tevlî bûye, derbasî qeydan bû. Di lêpirsîna hat meşandin de derket holê ku kameraya wesayîtê 10 deqe beriya bûyerê kişandina qeydê sekinadin û her wiha ji ber ceyran tune bûye jî kamerayên mobeseyê jî di qeydê de bûye. Di rapora kesê zane de gumanbar Savaş Goktaş wek ‘bi qusur’ hat dîtin. Rûniştina dozê wê di 6’ê mijdarê de bê dîtin.
 
‘Ji ber qezayê di meşê de zehmetiyan dikşînim’
 
Suphiyeyê beriya rûniştina xwe ya ku wê di 6’ê Mijdarê de li Edliyaya Mêrdînê bê dîtin de banga edaletê kir û wiha got: “Di ser bûyerê re salek û nîv derbas bû. Hemû hestiyên min şikestî bûn. Niha di hemû çîma min de platîn heye. Ez di meşê de zehmetiyan dikşînim. Roja qeza bû jî di wesayîta ku li min ket de kesî alîkariya min nekir. Dema çûm nexweşxaneyê bijîşkan gotin ‘hestiyên te parçe parçe bûne’. Ez bi mehan hatim dermankirin. Ez nikaribûm biçim rûniştinan jî.”
 
‘Ez edaletê dixwazim’
 
Suphiyeyê bi lêv kir ku di rûniştinan de polîsan ji wê re gotine ‘binêre tiştekî te tune tu saxlemî’ û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez niha jî nikarim li ser piyan bisekinim. Ji ber derbeya min ji serê xwe girt carna hişê min diçe. Kesê wesayît li min xist, ger sûcê wî tune ye wê demê wê bihata alîkarî bida min û bigota derbasî be. Lê alîkarî neda min. Dema çûm rûniştinan polîsan got ‘binêre xaltî tiştekî te tune ye’. Ger tiştekî min tune ye wê demê ez çima li ber dadgeha me. Em tiştekî din naxwazin. Bû çend car em tê dadgehan. Em edaletê dixwazin. Her tişt li holê ye. Her kes dizane kî sûcdar e.”