Şemsa Xelê: Bi hêz û îradeya xwe em ê Erdogan têk bibin

  • 09:07 4 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Êrîşên dewleta tirk bûn sedema koçberkirina bi hezaran ji gelên bajarê Serêkaniyê. Ji bo ku şêniyên Serêkaniyê li derve nemînin, dayê Şemsa hinek ji wan di mala xwe de bi cih kirine. Dayê Şemsê ya ku gelek kes di mala xwe de bi cih kirin wiha got: "Bila Erdogan qet nefikire ku em ê axa xwe ji çeteyên wî re bihêlin. Di demeke nêz ne dûr em ê Serêkaniyê dîsa bigirin."
 
Dewleta tirk di 9'ê Cotmehê de êrîşên xwe yê hovane li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan meşandin. Di encamê de gelek sivîl şehîd û birîndar bûn. Bi hezaran jî kes koçî bajarê Hesekê bûn û di dibistanan de hatin bicihkirin.Ji ber zêdebûna koçberan cih li dibistana nema, ji bo tu kes li kolanan nemîne welatiyên bajarê Hesekê malên xwe ji gel re vekirin û wan bi cî kirin. Yek ji wan kesên ku ew bi cih kriine jî dayika Şemsa Xelê ya ku 5 malbatên ji Serêkaniyê li gel xwe bi cîh kirine ye. Şemsa Xelê di derbarê koçberkirina gel û êrîşên hovane yên dewleta tirk û komên girêdayî wan ên li ser bajarê Serêkaniyê   nirxandin kir.
 
'Ma çi ji me dixwazin?'
 
Dayê Şemsa qala hovîtiya dewleta tirk kir û wiha got: "Erdogan bi hinceta avakirina herêmeke ewle, gelê me koçber kir û hemû malên wan wêran kirin. Rêveberiya Xweser gelê Serêkaniyê  di dibistanan de bi cih kir. Ji bo gelê me li kolanan nemîne, min jî weke alîkarî çend malbat di mala xwe de bi cih kirin. Em tu alîkariyê ji kesî naxwazin, tenê daxwaza me Erdogan û komên wî dûrî axa me bikevin. Ma çi ji me dixwazin? Bila despêkê here welatê xwe safî bike."
 
'Bi hêza hemû pêkhateyan em ê Erdogan têk bibin'
 
Şemsayê da zanîn ku Erdogan dixwaze wekheviya di navbera hemû pêkhatiyan de xera bike û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Daxwaza Erdogan wekheviya di navbera pêkhatiyan de xerabikirine, êdî her kes dizane daxwaza wî çi ye. Lê bi hezkirin û îradeya me hemûyan em ê wî û hemû komên girêdayî wî têk bibin. Bila qet nefikire ku em ê axa xwe ji komên wî re bihêlin. Di demeke nêz ne dûr em ê Serêkaniyê vegerînin."
 
'Jinên hemû pêkhateyan hedef digirin'
 
Şemsayê diyar ku Erdogan jinan hedef digire û wiha domand: "Dinya hemû Erdogan nas dike û komên girêdayî  wî dibîne, lê her kes guh û çavên xwe girtin e tu kes wî nas nake. Çete jinan hedef digirin, her kes bi çavên xwe dît ku çi bi serê Hevrîn, Amara û Çîçekê de anîne. Hemû hovîtî bi kar anîne û bi cenazeyên wan dilîzin. Ji xwe ne tenê jinên kurd hedef digire , jinên ji hemû pêkhatiyan di hedefa wan de ne. Hemû cîhan dizane çi bi serê jinên Êzîdî anîn. Niha jî  heman tiştî dûrbare dikin."
 
'Pişta me bi şervanên me xurt e'
 
Dayê Şemsa di nav gotinên xwe de behsa hêza Rejîma Sûriyê kir û wiha anî ser ziman: "Min bi çavên xwe dît dema hêza Rejîmê derbasî Til Temirê û bajarên din bû, bi şimikan di ber malê  malê re diçûn. Qaşo hatibûn piştgiriya gel bikin, dengê fîşekekê li Til Temirê hat hema bi bazdanê reviyan. Em alîkariya wan naxwazin, pişta me bi şervanên me xurt e."
 
'Em Ji balafir û çeteyên Erdogan natirsin'
 
Dayê Şemsa wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Erdogan xwe bi balafirên xwe xurt dike, bila balafiran bide sekinandin wê demê wê baş hêza şervanên me nas bike. Em ne ji balafir û ne jî ji çeteyên wî ditirsin, çi bikeve ser milê me em ê bikin. Em ji paş şervanên xwe venagerin heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bikin."