'Xeta berxwedanê li Kobanî dest pê kir'

  • 09:04 4 Mijdar 2019
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên beşdarî meşa roja Xwedîderketina li Rojava ya Cîhanî bûne axivîn û gotin: "Xeta berxwedanê li  Kobanî de dest pê kir û wê heta Efrînê berdewam bike.  Em jin em ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin."
 
Gelê Efrîn û Şehbayê ji bo roja xwedîderketina li Rojava ya Cîhanê bi dirûşma "Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye, biparêze" daketin qadan. Di çarçoveya meşê de jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin.
 
'Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin'
 
Jina bi navê Leyle Hebeş ya ku tevlî meşê bûye axivî û got: "Em Roja Rojava ya Cîhanê li tevahî gelê Rojava pîroz dikin. Berxwedana Rojava berxwedanek pîroz e, roja rojava ya cîhanê rojeke ya serhildanê û tekoşînê ye. Yên ku dixwazin Gelê Kurd tune bikin wê ew tune bibin, Gelê Kurd îro tevahî li ser piyan e û serî li hember dijminên xwe hildidin. Şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê naskirin ji ber vê yekê em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin, em ê berxwedana xwe bidomînin ji bo xwe îsbat bikin."
 
'Tu kes nikare roja jina kurd tarî bike'
 
Jina bi navê Emîne Dengilî berxwedana Rojava pîroz kir û wiha got: "Berxwedana me bû bersîv ji dewletên navneteweyî re re.  Tu kes nikare roja jina kurd tarî bike, em ê desthilatdariya Erdogan têk bibin û ji dagirkeriyê re dibêjin tu tu tucarî nikarî Gelê Kurd qir bikî û talan bikî, ji ber ku ev gel bi fikira Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin, serkeftin a Berxwedana Rûmetê û Rojava ye."
 
'Xeta berxwedanê li Kobanê destpê kir, dê heta Efrînê dewam bike'
 
Fîdan Ebdo jî destnişan kir ku xeta berxwedanê ya li Kobanê dest pê kir, dê heta Efrînê dewam bike û wiha pêde çû: “Xeta berxwedanê li Kobanê dest pê kir wê heta Efrînê berdewam bike, bila her kes çavên xwe veke û Gelê Kurd her dem dibe qurbana berjewendiyên wan yên qirêj, rojane zarokên me di komkujiyan re derbas dibin. Mafên mirovan û zarokan li ku ye? kiryarên dewleta tirk kes nabînine ev pêkanîn divê êdî  werin rawestandin. Em Gelê Kurd tu carî nawestin û çalakiyên xwe nasekinînin, heta em dighêjin armanca xwe.”