Jinên Aşûrî: Bila xêrnexwaz biçin, em ê welatê xwe ava bikin

  • 09:03 4 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ji ber êrîşên dewleta tirk bi dehan kesên Aşûrî yên ku li gundan dijîn ber bi bajar ve tên û wiha dibêjin: "Ji metirsiya ku dîsa Sêfo û Sîmêleke din pêk were em tên navçeyê."
 
Ji 9'ê cotmehê de dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandine û her roj gund û navçeyan bombebaran û topbaran dikê, di encama topbaranê de jî sivîl tên qetilkirin û gelek jî birîndar dibin. 
 
Artêşa tirk û hevkarên wê êrîşî gundên di navbera Til Temir û Serêkaniyê de dikin, di encamê de jiyana niştecihên Aşûrî û tevahî netewên li wir dijîn dikeve xeteriyê. Ji jinên Aşûrî Meryem Hirmoz ji gundê Til Cûma ye ku tevahî gund ji Aşûriyan pêk tê, ji ber ku topbaran, şer û pevçûn nêzî gundê wê ye hate navçeyê.
 
'Ji metirsiya ku Sêfo û Sîmêlekeke din dûbare bibe em derektin'
 
Meryemê der bare vê mijarê de ev yek anî ziman: "Ez ji Til Cûma me, jiyana me xweş bû, ev çi bela bû xwedê bi serê me de tîne, dengê top û pevçûnan pir nêzî gunde û ji metirsiya ku dîsa dewleta tirk û DAIŞ komkujiya Sêfo û Sîmêlkê dûbare bike ez û hevjînê xwe derketin û hatin Til Temirê. "
 
'Bendewara agahiyeke xweş im, bi hêviya ku vegerim gundê xwe'
 
Meryemê got em hêvî dikin ku ev şer raweste û em vegerin malên xwe û wiha dom kir: "Em hatin bajêr, bendewara agahiyeke xweş im ku ew çete dûr bikevin û em vegerin malên xwe. Ma divê zivistanê de em ê çi û çawa bikin?. Em in yên ku li ser xaka welatê xwe ne û penaber dibin, ev di kîjan welatî de çêbûye, em jî mirov in û dixwazin bijîn, ma ji her kesî re helale û ji me re heram e qey. Divê dewleta tirk û çeteyên wê derkevin û em vegerin malên xwe."
 
'Aşûrî,Kurd û Ereban rengekî pir xweş didin Til Temir' 
 
Filora Şemûn jî ku li ber deriyê mala xwe rûniştiye wiha dibêje: "Welatê me taybet Til Temir ji ber ku ew cihê ji dayikbûna me ye, pir xweş e. Ya herî xweş ew e ku Aşûrî, Ereb û Kurd rengekî pir xweşik didin navçeyê.  Kesên ku welatê me xira kirin û hîştin em mirin û xwînê bibînin, xwedê û Meryem ji wan ne razî be."
 
'Bila xêrnexwaz biçin, em ê welatê xwe ava bikin'
 
Filorayê teqez kir ku ew ê welatê xwe ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila xêrnexwaz ji welatê me derkevin, em ê welatê xwe ava bikin û vegerînin mîna berê û xweştir."