ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 4 Mijdar 2019
  • Rojev
*Li warê  Urartuyan ji dîrokê de heta roja me ya îro jiyan bi heman awayî hatiye meşandin  û hêja jin destûr nadin ku bê guhertin. Jinan diyar kirin ku Keleha  Xoşabê ji her şaristaniyan re molavanî kiriye û gotin ku di wan salan de çawa bû niha jî ew jiyana xwe bi wî rengî didin meşandin. BI DÎMEN
 
*Jinên Efrînê yên beşdarî meşa roja Xwedîderketina li Rojava ya Cîhanî bûne axivîn û gotin: "Xeta berxwedanê li  Kobanî de dest pê kir û wê heta Efrînê berdewam bike.  Em jin em ê xwedî li şoreşa Rojava derkevin."BI DÎMEN
 
*Ji ber êrîşên dewleta tirk bi dehan kesên Aşûrî yên ku li gundan dijîn ber bi bajar ve tên û wiha dibêjin: "Ji metirsiya ku dîsa Sêfo û Sîmêleke din pêk were em tên navçeyê."BI DÎMEN
 
*Êrîşên dewleta tirk bûn sedema koçberkirina bi hezaran ji gelên bajarê Serêkaniyê. Ji bo ku şêniyên Serêkaniyê li derve nemînin, dayê Şemsa hinek ji wan di mala xwe de bi cih kirine. Dayê Şemsê ya ku gelek kes di mala xwe de bi cih kirin wiha got: "Bila Erdogan qet nefikire ku em ê axa xwe ji çeteyên wî re bihêlin. Di demeke nêz ne dûr em ê Serêkaniyê dîsa bigirin."BI DÎMEN
 
*Li navçeya Kerboran a Mêrdînê wesayîta zirxî li jina bi navê Suphiye Yakut xist û bi giranî birîndar bûbû. Suphiyeyê ji bo rûniştina xwe ya di 6’ê Mijdarê de tê dîtin bang kir.
 
*Aktîvîsta TJA’ê Gulcîhan Şîmşek ku tevlî semînera ‘konfederal femînîst’ a Spanyayê bû, wiha got: “Divê lingê nîqaşan yên Kurdistanê hebe, li Latîn Amerîka, Kolombiyayê hebin, bê nîqaşkirin. Divê rêxistinên jinan bê xurtkirin û ev ê li dijî zîhniyeta global bibe bersivek xurt.”
 
*Li Grava Kinali du sal berê li kesê bi navê M.A ji sûcê tecawizê doz hat vekirin û sêyemîn rûniştina dozê wê bê dîtin. Dozger tevî dîmenan biryara berata gumanbar xwest û mexdûr û malbata wê jî banga piştevaniyê li rêxistinên jinan kir.