Komxebata 'Jin Nivîs û Nivîskarî' bi dawî bû: Nivîskarî hêza xwe ji xwezayê digire

  • 19:29 3 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED -  Komxebata 'Jin Nivîs û Nivîskarî' ku di pêşengiya KCD'ê de hat lidarxisitn bi dawî bû. 
 
Komxebata 'Jin Nivîs û Nivîskarî' ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat lidarxisitn û tevahiya rojê berdewam kir bi dawî bû. Li gel Hevseroka KCD'ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, parlanetera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel,  Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), jinên nivîskar û gelek jinên din di komxebatê de tevli komxebatê bûn.  Li salona ku komxebat lê hat kirin pankarta bi dirûşma, "Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e" hat daliqandin. Axaftina vekirinê Leyla Guven kir.  
 
'Jinên Kurd li dijî tunebûnê li ber xwe didin'
 
Di rûniştina yekem a komxebatê de aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan axivî. Ayşe bal kişand ser mijara dîroka nivîskarên jin ên kurd û pirsgirêkên dijîn. Ayşe diyar kir ku berî nivîskariyê dengbêjî heye û got ku dengbêjî jî ji aliyê jinan ve hatiye pêşxistin. Ayşe wiha berdewam kir: "Em dikarin bibêjin ku jinan gava yekem a dengbêjî û nivîskariyê avêtiye. Lê niha berhemên jinan wekî berhemên gelerî derdikevin pêşberî me. Ji ber ku berhemên jinan bêyî navê wan bê nivîsandin hatine weşandin. Jinan ji ber şert û mercên demê nexwestine navê wan bê zanîn. Ji ber wê jî niha berhemên ku wekî gelerî tên zanîn ên jinan e. Jinan bi kevneşopiya dengbêjiyê çanda xwe pêş xistine, heta roja îro anîne û nehiştine ku winda bibe. Mînakê van jinan jî jinên wekî Meryem Xan in.Jinan dengbêjî daye destpêkirin lê piştre li wan hatiye qedexekirin."
 
Di pirtûkan de rola mêra li jian biriye heye'
 
Ayşe anî ziman ku zîhniyeta mêr a serdest hem nehiştiye jin bibêjin û hem jî nehiştiye binivîsin. Lê dewlet di vî warî de bi ser neket. Ayşe wiha dawî li axafitina xwe anî: "Dema ku em li hin berheman dinêrin, rola jinê ya li nava civakê karê malê ye.Disa di nivîskariyê de jî di hin berheman de rola jinê û profîla ji bo jinê guncav hatiye dîtin heye. Bi zimanê mêr rola jinan hatiye diyarkirin . Li dijî vê divê jin li ber xwe bide û xwe birêxistin bike."
 
Divê jin tecrîbeyên xwe parve bikin
 
Piştî navberê komxebat bi  sernavê  'Di weşanên kurdî de zayendparêzî' berdewam kir. Moderator Cevahîr Sadak Duzgun wiha got: "Pirsgirêka herî mezin perwerdeya bi zimanê dayikê ye û ev pirsgirêk bandorê li ser nivîskariyê jî dike. Cevahîr anî ziman ku hem bi zimanekî qedexe nivîskarî û hem jî jinbûn gelek zahmet e û xwest ku nivîskarên jin xwe bidin nasîn. 
 
Verilen ara ardından çalıştay ‘Kürtçe Yayınlarda Cinsiyetçilik’ başlığıyla sürdü. Moderatör Cevahir Sadak Düzgün, en büyük sıkıntılardan birinin anadilde eğitim olduğunu vurgulayarak bu etkinin yazılara da yansıdığını söyledi. Cevahir, hem yasaklı bir dil kullanmak ve hem de kadın olarak bunu yapmanın zorluklarını kaydederek katılımcı kadınların kendilerini tanıtmalarını istedi. Ardından kadınlar kendilerini tanıtarak yaşadıkları zorlukları ve deneyimlerini paylaştı.
 
‘Wna bi me daqebûlkirin ku tu girîngiya cih tune ye'
 
Moderatoriya 'Li zindanê jin' jî Xecê şen kir û wiha got: "Di vê rûniştinê de aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen a nivîskariyê dike axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li hefsan dikişînin û nivîsên jinên girtî pejna azadiyê li pêş dixe û ji bo wan azadî di mekan û demê de bicih nabe. Şen da zanîn ku jinên girtî mijarên wek civaka jiyanê, civakî (sosyolojî), felsefe û rolên zayendiyê û gelek mijarên din dinivîsinin û dest rêveberiyên girtîgehan dest datînin ser pêşenivîsaran û gelek astengî li pêşiya van nivîsan hene. 
 
Xecê da zanîn ku jin di hundirê hucreyê de hucreyek din dijîn û got: "Nivîsên jin dinivîsinin ji destê wan tê girtin. Dixwazin ew kelecan û eşqa nivîsandina wan bê şikandin. Em jinên kurd bi endyad in. Me dest ji nivîsandinê berneda. Li girtîgehan nêzî 500 heb pêşenivîsarên pirtûkan hene. Lê tenê pirtûkên çend hevalan derketin. Niha 500 heb pêşenivîsar winda ne. Çi bi wan hat em nizanin. Me jî bi rêya hevpyevînan nivîsên hevalên di hundir de weşand. Ez dixwazim ji bo van pêşenivîsarên tên windakirin ku bên dîtin komîsyonek were avakirin." 
 
'Piştgiriyê bidin jinên nivîskar' 
 
Piştî Xecê, Ferda Îldan a 27 salan di hefsê de ma axaftinek kir û anî ziman ku li hefsê gelek astengî li pêşiya nivîsandinê hene û lê li gel vê yekê jî jin dinivîsinin û di encama têkoşînek mezin de pirtûkên wan tên çapkirin. Îldan diyar kir ku gelek nivîskarên jin ên kurd ku dinivîsinin hene û xwest jin destekê bidin van nivîskarên girtî. 
 
Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk jî li ser nivîskariya jinê axivî û got li gel hemû astengiyan jî jinên nivîskar dest ji nivîsê bernadin. 
 
Di beşa dawî ya komxebatê de mijara "Nivîsandin û teşwîqa weşanê" ku moderatoriya wê Dîlan Aydin kir nîqaş hatin kirin. Dîlan got divê jin hem binivîsinin û hem jî hev teşwîqî nivîsandinê bikin. 
 
Piştî axaftinana dawî komxebat qediya.