Komîteya Jin Rojava Diparêzin: Berxwedanê bilind bikin

  • 17:50 3 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Pêngava Jin Rojava Diparêzin bi daxuyaniyekê bang li hemû jinan û azadîxwazan kir ku xwe bi rêxistin bikin û berxwedanê ji bo têkbirîna pîlanên Erdogan bilind bikin.
 
Komîteya Pêngava Jin Rojava Diparêzin têkildarî xwedîderketina li Berxwedana Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û got berxwedanê bilind bikin.
 
Di destpêka daxuyaniyê de şervanên YPG, YPG û QSD'ê yên li eniya şer li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê di nava berxwedanê de hatin silav kirin û wiha hat gotin;"Em daxwazê ji civaka navneteweyî û raya giştî ya cîhanê dikin û dibêjin demildest gavekê ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk bavêjin. Her çiqas êrişên dewleta Tirk bi awayek berfireh ji aliyê cîhanê ve hatin şermezarkirin û hêzên serdest ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê hewl dan agirbest bê kirin jî lê şer berdewame û di van rojan de dagirkerî û destdirêjiya xwe berdewam dikin. Destdirêjî û şîdeta zayendî ya li ser jinê weke amrûrekî şer bi kar tînînin.
 
Îro me ew mijar û îmzeyên ku komkirine gihand cihê pêwîst. Bi vî awayî caredeke din me daxwaz kir ku rê li pêşiya êrîşên li dijî mirovan bigirin. Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ji firîna balafirên şer ên dewleta tirk re qedexe bikin. Pêwîste Tirkiye demildest û bê merc hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê derbixwe.
 
Berî 5 salan û bi hevkariya navneteweyî dorpêça faşîzma DAIŞ'ê li ser Kobanê hate şikandin. Me serkeftina ku tu kesî hêvî nedir bi dest xist. Îro jî em bi berxwedana yekgirtî dikarin faşîzma Erdgon bişkênin. Careke din xwe bigihînin wê serkeftinê. Ji bo vê jî em daxwaz ji hemû jinan û mirovên azadîxwaz dikin ku hêza xwe bikin yek û li her qadê têkoşîn