Elîf Bulut û Erdal Avci bûn hevserokên HDP'a Stenbolê

  • 16:39 3 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist û ji bo hevserokatiya bajêr Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbihartin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li Navenda Çanda Yahya  Kemal Beyatli hat lidarxisstin û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Piştî axaftinên hatin kirin, Rapora Xebatan û Rapora Aboriyê hat xwendin. Dûre hilbijartin hat kirin û ji bo Hevserokatiya HDP’ê  ya Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci hatin hilbijartin. 
 
Kongre bi stranan bi dawî bû