Welatiyên Til Koçer seredana konê çalakiyê kirin

  • 16:20 3 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Serêkaniyê yên ku dest bi  çalakiya konê li ber deriye NY'ê  kirin, di roj 9’mîn de çalakiya xwe berdewam dikin.
 
Piştî ku şêniyên bajarê Serêkaniyê ji ber tang û topên dewleta tirk neçar man dev ji bajarê xwe berdin, êdî dest bi çalakiyê konê li ber dêriye saziya Netweyên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişloyê kirin û di roja 9’emîn de ev çalakî berdewam dikin.
 
Her roj bajarekî cûda serdana konê çalakiyê yê şêniyên Serêkaniyê dike. Îro jî di seet 10’an de welatiyên navçeya Til Koçer ya bajarê Qamişloyê seredana konê çalakiyê kirin û piştgiriya xwe ragihandin.
 
Bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, çalakvanên kon bixêrhatina şêniyên navçeya Til Koçerê kirin û bi dirûşmên "Bijî berxwedana Serêkaniyê", "Bijî berxwedana QSD’ê" derbasî  kon bûn.
 
Li ser navê Kongreya Star ya navçeya Til Koçer Emele El-Celûd axivî û wiha got: "Em wek netewên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî dengê xwe li hemberî dagirkeriya li ser welatê xwe bilin dikin û em wan şermezar dikin. Bangawaziya me ji hemû aliyên Rêxistinên nav netewî re ku xwedî li îrade û zarokên me yên ku laşê wan bi fosfora sipî ya ku dewleta tirk li ezmanê welatê me belav dike li dijî  wê derkevin û bi erka xwe rabin.”
 
Çalakiya kon ya şêniyên Serêkaniyê dewam dike.