Li Qamişloyê merasîma girseyî

  • 16:09 3 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo 3 pakrewanên berxwedana rûmetê li goristana Delîl Saroxan oxir kirin.
 
Li bajarê Qamişloyê bi sedan kesî 3 lehengên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan bi merasimekê oxir kirin. Merasîma ji bo şervana li goristana şehîd Delîl Saroxan pêk hat.
 
Cenazeyê şervanan di nava girseya gel û bi dirûşmên bilindkirina têkoşînê, derbasî goristanê hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê , li ser navê, Tevgera Civaka Demokrat'k Foza Yusif axivî.
 
'Bê dengiya dewletan dibe sedema êrîşên Erdogan'
 
Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Foza Yûsif axivî û got: "Despêkê em bejna xwe li hember pakrewanên berxwedana rûmetê ditewînin. Qaşo li gor dewletên navneteweyî şer hatiye rawestandin, lê belê her roj em pakrewanan pêşwazî dikin û xwîn tê rijandin. Êrîşên Erdogan yên ku pêk tine her roj zilim û zoriyê zêde dikin. Dewletên serdest hevkariya vê yekê dikin û tu kes bi helwestên wan nayê xapandin. Tifaqên qirêj yên di navbera wan de hatine pêşxistin li ser pêşeroja gelê me, hatine krin. Her roj axa me tê dagirkirin, em ji cîhanê re dibêjin çavê xwe vekin li hember komkojiyên ku dixwazin axa me vala bikin û dijminên me têde bidin rûniştandin binêrin. Erdogan niha berê xwe daye netewên yebûyî û dixwaze komkojiyên xwe rewa bike. Ev mijarên nîqaşên ku tên kirin, qebûlkirina komkojiyên li ser gelê me ne û em vê yekê qebûlnakin. Îradeya 5 milyon mirov derveyî lijneya destûra bingehîn hiştin. Ev zilim û zorî tê wateya berdewamiya komkujiyan."
 
'Dayik û bav zarokên xwe bi serbilindî oxir dikin'
 
Gelek tiştên ku beriya niha qet li ti deran çênebû ne li rojavayê  Kurdistanê çêdibin. Di merasîmê her sê pekrewanên ku îro hatin oxirkirin de, xwişka şehîd û bavê tekoşer Mihemed yê bi navê Ebduhemîn Hesen ku di berxwedana Rûmetê de jiyana xwe ji dest dabû bû, lawê xwe bi strana ‘Şervano oxir kirin. 
 
Her wiha Ebdulhemîd Hesen ku bavê tekoşer Mihemed e jî sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û bi dirûşmeya, "Şehîd namirin"  dawî li axavtinên xwe anî.
 
Paşê cenazeyên şervana di nava tilêliyên dayikan û bi drûşman spartin axa pîroz.