Bi saya şehîdan em li ser axa xwe ne

  • 15:00 3 Mijdar 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Biboneya 2'yê Mijdarê Roja Rojavayê  Kurdistanê ya Cîhanê  li Şengalî meş hat hat lidarxistin. Meş bi tevlibûna bi sedan kesî û bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Rojava" hat lidarxistin.
 
Lı Rojavaye Kurdistan di 2015 de êrîşên DAÎŞ her ku çû zêde bûbûn û dixwestin ku Kobanê ji holê rakin.  Lê bala hemû cîhanê jî li ser Rojavayê Kurdistanê bû ji ber ku DAÎŞ ji bo wan jî xeteriyek bû.  Ciwan, hemû kesên xwedî vicdan û enternasyonalîstan sînor derbas kirin û berê xwe dan Rojava.  Hêzên QSD û YPJ'ê DAÎŞ têk birin. Piştî vê berxwedana Rojava 2'yê Mijdarê wekî Rojava Cîhanê ya Rojava hat îlankirin. Bi minasebeta vê rojê bi tevlibûna jin û ciwan, serokeşîr, siyasetmedar rûsipiyên civakê û şêniyên Şengalê bi armanca piştevaniya rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş li bajarokê Sûnûnê yê Şengalê hat lidarxistin. 
 
Jinên êzidî ku tevli meşê bûn derbarê girîngiya rojê de axivîn û nêrînên xwe parve kirin. 
 
'DAÎŞ li Kobanê têk çû'
 
Xezal Reşo ya ku nêrîna xwe parve kir wiha got: ‘Îro Roja Cîhanê ya berxwedaniya Rojavaye Kurdistanê ye. Wekî îro di sala 2015 de şer hebû. DAÎŞ li Kobanê bû, dixwest Kobanê tûne bike. Lê kobanê têk neçû.  Kurdên Bakurê Kurdistanê Sînor derbas kirin û derbasî Kobanî bûn. Xwe gihandin berxwedana Rojavaye Kurdistanê. Bi hêza gele berxweder QSD, YPG, YPJ Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin. DAÎŞ li Kobanê têk çû. Îro jî hin berxwedana Rojavê Kurdistanê didome. Îro dîsa şerek li ser gelê me yê Rojava tê meşandin. Ji ber berjewendiyen xwe dewletên navneteweyî dengê xwe nakirin. Çekên kimyayî li ser gel tên bikaranîn . Lê dewleten navnetewî ji ber berjewendiyen xwe dengê xwe  ji Erdogan nakin.”
 
Xezal Reşo dawî li gotinên xwe anî û wuha bilêv dike: “ Em jî wek ciwaka êzîdî me meşek li dar xist  bi minasebata roja Rojavayê Kurdistanê ya CÎhanê. Em berxwedana Rojava silav dikin heta dawî em bi gelê Rojava ra ne di navbera me tû cûda bûn tûne ye. Bîjî Berxwedan û Bîjî Berxwedana Rojavê  Kurdistanê.”
 
'Em bi saya Rojava rizgar bûn'
 
 Her wuha di dawiya meşê da daxwuyani hat dayin. Li ser navê meclîsa TAJÊ Neam Elyas axîfî Neam Elyas di gotinên xwe wuha  got: “ Di serî da ez xêrhatina jin û ciwanên me hemû kesên ku tevlê meşa rûmete bûne dikim. Heger îro li ser axa me Şengalê aramiyek heye ew jî bi saya gelê me ye rojavayê Kurdistanê ye. Gelê Şengalê bi saya şehîdên ku şerê rûmetê kirine, li ser piyan e. Em jî wek TAJÊ tevli wê meşê bûne. Em berxwedena rojavayê Kurdistan slav dikin.”