Şêniyê Dêrikê 8 tekoşerên berxwedana rûmetê oxir kirin

  • 14:17 3 Mijdar 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Şêniyên bajarê Dêrikê 8 tekoşerên azadiyê yên berxwedana rûmetê bi merasîmekê girseyî oxir kirin.
 
Şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê 8 tekoşerên azadiyê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan û yek ji wan jî endamê yekîtiya ragihandina azad bû bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Xebat Dêrikî oxir kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) Sîlva Elî sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got: "Hevlên me ji bo rûmeta xwe canê xwe feda kirin û gihiştin asta şehadetê ji bo ku em jiyaneke azad û bi rûmet bijîn.  Şerê ku em niha dikin şerê rûmetê ye li hemberî dewleta tirk.  Ev êrîş ne tenê bi destê dewleta tirk tên kirin û hemû kesên dewletên ku li dijî van êrîşan bêdeng dimînin jî hevkarên wê ne.  Ji ber vê yekê divê em hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabin ser piyan û parastina axa xwe bikin."
 
Piştî axaftinan nasnemeyên tekoşerên azadiyê yek bi yeke hatin xwendin û bi tilîlî û bi dirûşma "Şehîd namirin" spartin axê.
 
Navên tekoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane ev in: Çekdar Amed, Tekoşer Penaber, Deniz Amed, Dilgeş Cîlo, Egîd Qamişlo, Ronahî Kode, Zeyneb Amed û Wedat Yrdmicî.