Jinên Aşûrî: 'Bila Dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve û aşîtî serwer bibe'

  • 13:54 3 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan ji Aşûriyên Navçeya Til Temirê cejna Mar Serkîs pîroz kirin û di vê cejnê de hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Jinên Aşûrî yên ku cejna Mar Serîks pîroz kirin daxwaz û hêviyên xwe anîn ziman. Jinan gotin: "Em dixwazin ku ev şer bi dawî bibe û dewleta tirk ji xaka me derkeve û aşîtî li Sûriyê serwer bibe."
 
'Bila êdî aşîtî û azadî li Sûriyê serwer bibe'
 
Bijîşka Aşûrî Heyat Mamo ev cejin pîroz kir û wiha hêviyên xwe anîn ziman: "Îro ji bo me ev roj gelekî bi wate ye û di vê cejnê de em findan vêdixin û daxwaz û hêviyên xwe tînin ziman. Di Şeva 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ êrîşî gundên me kirin û bi sedan mirovên  aşûrî revandin ku di nav de jin û zarok jî hebûn. Lê îman û baweriya me pir xurt bû ku wê kesên  me yên hatin revandin were berdan. Ev şev mîna kabûsê di ser me de derbas bû."
 
Heyatê diyar kir ku ne şer û xwînrijandinê dixwaze ew aştiyê dixwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Aşûrî xwedî çand û dîrokeke kevnar e ji ber wê her kes êrîş dike.  Em jî wekî jinên Aşûrî aştiyê ji Sûriyê re dixwazin êdî bes e bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin."
 
'Hêviya min ew e ku zarokên welatê min êdî neyên kuştin'
 
Pena Yûnan jî di vê cejnê de findek vêxist û ev daxwaz kir: "Di vê rojê de her kes ji xwe re findekê vêdixe û hêvî dike, hêviya min jî ew e ku zarokên welatên min û zarokên hemû cîhanê neyên qetilkirin û rastî tu xirabiyê neyên û bên parastin."
 
'Bila dewleta tirk ji ser axa me biçe'
 
Edîba Dawûd bang li tevahî cîhanê dike ku bila dewleta tirk ji xaka wan derxînin da ku ew aram bijîn û wiha pêde çû: "Înşalah hemû cîhan di xêr û xweşiyê de be û dewleta tirk ji ser axa me biçe, da ku em vegerin mîna berê û jiyana xwe bidomînin. Jiyana bi hezaran kesî di xeteriyê de ye ji ber êrîş û topên dewleta tirk. Cebhet El-Nusra gel talan kir, kesên ku ji zaroktî de li ser vê axê dijîn ji ber dewleta tirk û çeteyên wê koç bûn. Wîjdan li gel wan tune ye, wîjdan heba ewqas zarok nedişewitandin û nedikuştin."