Berxwedana Rojava mohra xwe li Kongreya HDP'ê da

  • 13:44 3 Mijdar 2019
  • Rojane
STENBOL - HDP'a Stenbolê 3'emîn Kongreya xwe ya  Asayî  pêk anî. Berxwedana Rojava mohra xwe li kongreyê da  û kongre bi dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" hat destpêkirin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, bi şîyara "Em bi hêvî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê li dar xist. Kongreyê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" dest pê kir. 
 
Beriya kongre dest pê bike, hemû rêyên diçin salonê ji aliyê polîsan ve bi TOMA û maşîneyên zirxî ve hatin girtin. Polîsan li dora salonê bariyer danîn û salon dorpêç kir. Hemû kesên derbasî salonê bûn yek bi yek di lêgerîna polîsan re derbas bûn û ketin salonê. Lê tevî dorpêç û nokteyên kontolê salon tijî bû. Di ketina salone de pankarta bi zimanê kurdî (kurmancî-kirmanckî), ermenî, erebî, farisi, û tirki "Hûn bi Xêr Hatin" hatin û pankarta “Aştî, Ked, Demokrasî û Edalet" hatin daliqandin. Salon bi alên HDP'ê hat xemilandin. Di ekranê de pêkanînên îktîdarê yên li ser HDP'ê û têkoşîna HDP'ê hat nîşandan.
 
Gelek nûnerên saziyan tevli bûn
 
Li salona Kongreyê Hevserokên Gişti yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervin Buldan, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliçkoçyîgît û Sedat Şenoglu, Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP) Erkan Baş, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP) Şahin Tumuklu û Ozlem Gumuştaş, Nûnerên EMEP, Mala Gelan, Mevlîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHD, Hewldana 78'an û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. 
 
Berxwedana Roava mohra xwe li kongreyê da
 
Li salonê bi hezaran kes amade bûn. Beşdar bi cilên kurdî tevli kongreyê bûn. Gelek malbat tevî zarokên xwe beşdarî kongreyê bûn. Ciwanan bê navber dirûşmên ku piştgiriyê didin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û dirûşmên “Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Piştî strana “Şervano” li salonê olan da, bi hezaran kes bi çepik û tilîlîyan dirûşma “Biji berxwedana Rojava” berz kirin. 
 
Beriya kongre dest pê bike hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) derketin ser dikê. Kongre bi stran û axaftinan didome.