Aşûriyên Til Temirê cejna Mar Serkîs pîroz kirin

  • 13:21 3 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan Aşûriyên Navçeya Til Temir Cejna Mar Serkîs pîroz kirin û di vê cejnê de aşîtî ji hemû Sûriyê re xwestin. 
 
Gelê Aşûrî tevî ku komkujî û qirkirin der heqê wan de bi armanca terkkirina ol û kevneşopiyên wan  pêk hatine, lê dest ji kevneşopiyên xwe bernadin. Îro bi sedan Aşûriyên Navçeya Til Temir û gundên wê di saetên sibehê de ber bi Dêra Meryem El-Ezra ve ku li Navçeya Til Temirê ye ketin rê.
 
Jin, mêr, zarok, kal û pîr li Dêrê kom bûn û paşê xwediyê Dêrê ku hemû teratîlên olî birêve dibe Baxos Îşaya, teratîlên mûqedes yên li gorî kevneşopiyên Aşûriyan got. 
 
Paşê Baxos serpêhatiya vê Cejnê ji gel re wiha şîrove kir: "Mar Serîks yek ji gelê Aşûrî bû  ku gelê xwe ji komkujî û êrîşan biparêze û ji bo vê di nava tevgerê û têkoşînê de bû. Heta herî dawî şehîd bû û ji gelê xwe re bû mînak ku her tim wî bi bîr tînin û ev roj mîna cejna wî tê pîroz kirin."
 
Piştî axaftinê gel bi jin, zarok, kal û pîran ji destê Baxos Îşaya qetek nan û ji Şemasê Dêrê xemir vexwarin, paşê ji deriyê dawî yê Dêrê derketin û silav dan hev. Li derveyî dêrê jineke ku nan, xwarin û biskewît danîbû ser masê li  hemû kesên amade belav kir ku jî li gorî baweriya aşûriyan xêreke wê yî pir mezin heye. 
 
Her wiha piştî ku aşûrî ji dêrê der tên diçin malên hev û bi hev re xwarinê dixwin. Ev helwest jî girêdana civakê ya bi hev re nîşan dide.