‘Jinên şervan koalîsyona me bi hêz dikin'

  • 13:20 3 Mijdar 2019
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî, di peyama ku bi zimanê kurdî û ingilîzî li gel wêneyên şervanên jin parvekir, diyar kir ku jinên şervan hêzê didin koalîsyona wan. 
 
Berdevkê Koalisyona Navneteweyî Albay Myles B. Caggins, got ku endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Yekineyên Parastina Jin (YPJ), Hêzek ku di şerê li dijî DAÎŞ’ê de rolek girîng lîstine ne û peyama xwe li gel parvekirina wêneyên şervanên jin  yên YPJ'yî û şervanên jin ên Herêma Kurdistana parvekir got ku Yekineyên Parastina Jinê hêza Hevbendiya Jinê zêde kirine.
 
Endamê Koalîsynê ku li ser hesabê xwe yî Twîtterê peyama xwe bi kurdî û ingilîzî parvekir, bi etîket kirina xwe re, got  "Jin ji destpêkê heta roja îro di şerê li dijî DAIŞ’ê de cîhê xwe di eniyên şer de girtine û ew bi beşdarbûn û cûdahiyên xwe hevpeymana me bihêztir dikin. JIN, AŞÎTÎ, PARASTIN."