Jinên siyasetmedar di bin çavan de li benda darizandinê ne

  • 12:26 3 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Di serdegirtina malan de 14 jinên siyasetmedar ku Hevşaredara Seravê Caziye Duman, jî di nav de bû, bi îdîaya ku “çalakiyên rêxistin kirina PKK/KCK'ê dimeşînin" hatin binçav kirin, li bendêye ku sibê derxînin dadgehê.
 
Roja înê li Wan û navçeyên wê yên navendê bi ser gelek malan de hatibû girtin. Piştî lêgerîna li malan, 15 siyasetmedarên jin ku di nav de Hevşaredara navçeya Seravê ya Wanê Caziye Duman jî hebû hatibûn binçavkirin. Piştî ku hatin binçavkirin qayum avêtin ser şaredariyê.
 
Li aliyê din jî li gorî agahiyên ku hatine girtin, Dayika Aşîtiyê Kewê Işik ya 65 salî û Aktîvîsta TJA'yê Havva Derya ku pirsgirêka wê ya mîdê heye, ji ber xwarina ku di bin çavan de xwariyê di 1’ê mijdarê de nexweş ket û hat diyarkirin ku rakirine nexweşxanê û bi serûman hatiye derman kirin. 
 
Navê jinên ku dibin çavan de ne wiha ye: Hevşaredara Saravê Caziye Duman, Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Akdağ û Havva Derya, rêvebera HDP’a Wanê, Rêvebera Bajarê Wnaê ya DBP’ê Neriman Urar, Endamên Meclîsa şaredariya HDP’ê ya Wanê Berken Kızılboğa, Handan Karakoyun û Serap Güvenç, Endama KCD'ê Mukaddes Karakoç, dayika Aşîtiyê Kewê Işik, Atiye Şen, Pervîn Özgür û Kebîre Karaka ye.