Leyla Guven: Jinên kurd ji bo çand û wêjeya xwe bedelên giran dane

  • 12:07 3 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Komxebata bi sernavê "Jin, nivîs û nivîskarî" di pêşengiya KCD'ê de hat destpêkirin. Hevseroka KCD'ê û parlamentera DHP'ê Leyla Guven ku axaftina vekirinê ya komxebatê kir got; "Jinên kurd leheng in û di heman demê de ji ber ku li çanda xwe, wêjeya xwe û axa xwe xwedî derketine bedelên giran dane."
 
Komxebata bi mijara "Jin, nivîs û nivîskarî" ku bi pêşengiya Kongreya Cevaka Demokratîk (KCD) hat organîzekirin dest pê kir. Li gel Hevseroka KCD'ê û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, parlanetera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), jinên nivîskar û gelek jinên din di komxebatê de tevli komxebatê bûn.  Li salona ku komxebat lê hat kirin pankarta bi dirûşma, "Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e" hat daliqandin. Axaftina vekirinê Leyla Guven kir.  
 
'Divê em xwedî mafê ku çarenûsa xwe tayîn bikin bin'
 
Leyla berî dest bi axaftinê bike kesên tevli komxebatê bûn silavkirin û ji kesên ku jin anîn gel hev re spas kir.  Leyla wiha dest bi axaftina xwe  kir; "Ji ber ku axa me dewlemend e em her bi êrîşan re rûbirû dimînin. Heta niha ku çawa Kurdistan kirine çar parçe, pergala dewletê jî li dijî jinan polîtîkayên qirkirinê dike dewerê. Herkes derbarê axa me de dixwaze biryarê bide. Lê divê em xwedî mafê ku bikaribin çarenûsa xwe tayîn bikin bin." 
 
'Jinên kurd leheng in'
 
Leyla bal kişand ser girîngiya komxebata ku nivîskar û helbestkar ji bajarên cuda  cuda tevli bûne û wiha berdewam kir: "Îro bi saya jinên wekî Jila Huseynî, Dayê Tewraza Hewramî, Jana Seyda û Keja Ahmed çand û wêjeya me pêş ketiye. Pêşketinên çandî yên di pêşengiya jinê de gelek bi nirx in.   Jinên kurd leheng in û di heman demê de ji bo çand û wêjeya xwe pêşve bibin bedelên giran dane.  Jinên wekî Avesta Xabûr û Arîn Mîrkan têkoşîneke ku di dîrokê de ci bigire dan."
 
'Divê jin li hemû qadan tişta dikeve ser milên wan bikin'
 
Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin li hem û qdan bin, kedê bidin û tişta dikeve ser milên wan bikin.  Ger ku zimanê me nebe em nikarin hebûna xwe îspat bikin. Ji ber vê keda jinên nivîskar, ronakbîr û helbestkar girîng e. Ji ber ku dîroka kur bi êşe di helbestên kurdî de jî xemgînî heye. Lê em dikarin vê çarenûsê bi pêşengiya jinan biguherin. Ez careke din ji kesên ku keda wan di vê komexebatê de heye re spas dikim. Serkeftin ya me ye."
 
Aslihan Yildirim: Nivîskariya jinê di bin siya zîhniyeta mêr de dimîne
 
Piştre nivîskar Roza Metîne peyama Hevseroka PENA kURD Aslihan Yildirim xwned.  Aslihan di destpêka peyama xwe de jinên di girtîgehan de silav kirin û wiha got;: "Nivîskarên me yên beriya bi hezaran salan hene .Lê dibin siya zîhniyeta serdest ya mêr de dimînin û nayên zanîn. Ji bo danasîna wan pêdivî bi gelek komxebatên din ên bi vî rengî heye."
 
Komxebata bi sernavê "Jin, nivîs û nivîskarî" wê bi 4 sernavên cuda berdewam bike. 
 
 Bernameya komxebatê wiha ye: 
 
1- Mijara destpêkê;Dîroka jinên kurd ên nivîskar û pirsgirêkên jinên nivîskar ên kurd ku dijîn
 
Moderator: Ayşe Gokkan
 
2-Di weşanên kurdî de zayendparêzî
 
Moderator: Cevahîr Savak Duzgun
 
3 - Di girtîgehan de Jin û Nivîskarî
 
Moderator: Xecê Şen
 
4 - Teşvîk kirina nivîsandin û weşanê
 
Moderator: Dîlan Aydin