Êrîşên Artêşa tirk berdewam dikin
- 10:59 3 Mijdar 2019
- Rojane
HESEKÊ - Artêşa tirk bi çekên giran, obîs û tangan êrîşî gundê Serêkaniyê û Tiltemirê dike.
Artêşa tirk û hevkarên wê bi obîs û tangan êrîşî gundê Esediyê, Babî Ferec, Mezra , Til Hermel yên girêdayî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê dikin. Her wiha êrîşên artêşa tirk û hevkarên wê li ser gundê Mahmudiyê jî berdewamin.
Herwiha hat ragihandin ku artêşa tirk û hevkarên wê di heman demê de bi tang, obîs û çekên giran êrîşî gundê Kasimiyê yê girêdayî Til Temirê jî dikin.
Li van herêman şerekî pir dijwar heye.