Daneşîna doza Mesut Issi yê ku Muzeyen qetil kir sibe ye
- 10:03 3 Mijdar 2019
- Rojane
AMED - Daneşîna 2'emîn a doza Mesut Isi yê ku Muzeyen Boylu ya pê re li ber berdanê bû qetil kir di 4'ê Mijdarê de saet di 09.30 de wê bê dîtin.
Daneşîna 2'emîn a doza Mesut Isi yê ku Muzeyen Boylu ya pê re li ber berdanê bû qetil kir di 4'ê Mijdarê de saet di 09.30 de wê li 7'emîn Dadgeha Cezayê GIran a Amedê bê dîtin. Parêzer û rêxistinên jinan ên banga tevlibûna dozê kirin gotin ku ew ê heta kujer bê cezakirin şopdarên dozê bin.