Şêniyên Omerî: Dixwazin em gundê xwe ji nûve vala bikin

  • 10:02 3 Mijdar 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Omeryan di meha îlonê de pevçûn terketibû û piştî pevçûnan li ser gundiyan zext zêde bûn. Tevî ku di ser bûyerê re meh derbas bûn, tehdîd didomin û gundiyan diyar kirin ku zext li wan tên kirin ku malên xwe terk bikin.
 
Li herêma Omeryan a Mêrdînê ku bejahiya Nisêbîn û Omeriyan di nav xwe de  dihewîne, di 7’ê îlonê de yekîneyên Tevgera Polîsên Taybet (POH) û Tevgera Taybet a Cendermeyan (POH) û cerdevan derketibûn operasyonê û bi HPG’ê re ketibûn pevçûnê, Midûrê Şaxa POH'ê ya Mêrdînê Tufan Kansuva hatibû kuştin. Piştre Walîtiya Mêrdînê li gundên Cînata Muho û Cînata Hiso ya Nisêbînê û li gundê Haciyan û Yestê yên Omeriyan qedexeya derketina derve îlan kir. Hat îdiakirin ku piştî qedexeyê fermandariya cendermeyan li Omerî keyayên gund kom kirine û tehdîd kirine. Her wiha hat gotin ku jiyana gundiyan roj bi roj zehmetir dibe.
 
Gundiyan neçarî koçberiyê dikin
 
Hat îdia kirin ku leşker diçin ber deriyên diyarkirî û dibêjin ‘ji vir biçin. Em we carek din li vir bibînin wê her tişt bê serê we’. Li gorî agahiyan li gundê Metîna malbatek bi vî awayî hatiye tehdîdkirin û malbat piştî vê ji gund derketine. Hatibû hînbûn ku li gundê Metîna 3 malbat ji ber tehdîdan ji gund derketine.
 
‘Ji ber bêdengî heye ev tehdîd naqedin’
 
Hejmara welatiyên malên xwe terk dikin roj bi roj zêde dibe. Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Dema pevçûnan tiştên nehat serê me nema. Bi mehane em ji ber tehîdan bi tirs dijîn. Kesî ne li ser erdên xwe ne li baxçeyên xwe tiştek neçand. Piştî pevçûnan leşker li gundan geriyan û tehdîd kirin. Em nizanin çi bikin. Dixwazin em dîsa gundên xwe vala bikin. Tola operasyonê tê girtin.”