‘Qirkirina siyasî di şexsê jinan de pêk tê’

  • 09:23 3 Mijdar 2019
  • Rojane
WAN - Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin da zanîn ku binçavkirina siyasetmedarên jin, li hember destkeftiya jinan e û wiha got: “Desthilatdarî bi vê hêrsa xwe di asta qirkirina siyasî de nêzî xebatên hevserokatiyê dibe.”
 
Êrîşên li hember jin û destkeftiyên jinan didomin. Di 1’ê Mijdarê de di saetên sibehê de li navçeyên Tuşba, Artemît û Rêya Armûşê yên Wanê serdegirtina malan pêk hat û di nav de heveşaredara Muksê Caziye Duman û aktîvîstên TJA’yê jî hene 14 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin. Hevseroka HDP’a Wanê Oznur Bartin der barê mijarê de bertek nîşan da û diyar kir ku desthilatdarî ji bo mîsyona xwe mayînde bike zextên xwe li ser jin û aliyên demokratîk dide meşandin.
 
‘Ev polîtîkayên tunekirinê ne çareseriye’
 
Oznurê destîşan kir ku polîtîka tunekirinê ya li hember jin û HDP’ê ne çareseriye û wiha pê de çû: “HDP partiyeke ku jinên hatine cem hev a hemû reng û gelan e. Di bin banê wê de gelek reng hene. Desthilatdarî jî di asta qirkirina siyasî de nêz dibe. Tayînakirina qeyûman jî êrîşek li dijî nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê ye. Ev êrîş û girtin li hember destkeftî û keda jinê ye. Dîsa 14 hevalên me hatin binçavkirin. Di nav de hevşaredariya Muksê Caziye Duman, dayika aştiyê Kewê Işik, aktîvîstên TJA’yê û rêveber hene. Bi vê hewl didin îradeya gel tune bihesibînin.”
 
‘Dayikên aştiyê hedef digirin’
 
Oznurê daxuyakirin ku zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin û ev zext di heman demê de ji aliyê desthilatdariyê ve tên meşandin. Dayikên Aştiyê , tenê aştiyê dixwazin. Lê vê jî hezm nakin. Em bang li hemû jinan dikin. Bila têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”