'Armanc qirkirina Gelê Kurd e'

  • 09:21 3 Mijdar 2019
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Endamên Mala Jinê û Kongreya Star ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe nîşan dan û wiha gotin: "Duh hedefa dewleta tirk, li Efrînê gelê Ermen û Kurd bû, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate ye."
 
Ji 9'ê cotmehê ve êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Di van êrîşan de jin, zarok, pîr û ciwan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van êrîşan gel dev ji xaka xwe bernedan û têkoşîna xwe dewam dikin. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate bi kurd, ereb, sûryan, aşurî, çeçen, ermen û tirkmen bûne yek û li hember êrîşan disekinin û heta dawiyê berxwe didin. Têkîldarê vê mijarê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Ev êrîşana berdewamiya komploya navnetewî ye'
 
Endama Mala Jinê ya navçeya Fafînê Rukiye Bekir axivî û wiha got: "Ev 8 sal in aloziya Sûriyeyê dewam dike. Em hemû pêkhateyên ku li vir dijîn dixwazin di nav aramî û aşitiyê de bijîn. Dewlet nahêlin ku em hemû pêkhate bi hev re aram bijîn. Dagirkirina Efrînê û îro jî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû dewamiya komploya navnetewî ye. Dewleta tirk hemû êrîşên xwe li ser Gelê Kurd tund dike û ne dibêje sivîl e, jin e û zaroka êrîş hedef digire. Ev jî tê wateya qirkirina Gelê Kurd. Em jî dibêjin Gelê Kurd tune nabe ji ber ew gel bi berxwedan û têkoşînê mezin bûye. Heta em hatine vê astê me bedelên giran dane.  Em ê xwedî li mîrasê xwe derkevin."
 
'Dewlet ji bo berjewendiyên xwe lihevkirinekê çêdikin'
 
Endama Mala Jinê ya Fafînê Eliya Elî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê şermezar kir û wiha domand: "Em êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tund şermezar dikin. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze osmaniya nû vegerîne. Duh hedefa dewleta tirk, li Efrînê gelê Ermen û Kurd bû, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate ye. Hevpeymana ku di navbera rûs û tirkan de çêdibe ne ji bo aramiya gelê Sûriyê ye, ji bo berjewendiyên xwe lihevkirinek çêdikin. Destûra Sûrî jî dengê kurd nebe ew destûr nayê pejirandin. Daxwaza me her tim wekhevî û demokrasî bû, lê dewlet her dixwazin Sûriyeyê parçe bikin. Em ê jî li hember van şeran li berxwe bidin û heta dawiyê em dibêjin berxwedan."
 
'Armanc qirkirina Gelê Kurd e' 
 
Rêveberiya Kongreya Star Cîhan Eloş jî li ser êrîşan wiha got: "Hemû dewletên navneteweyî berpirsiyarên van êrîşan û kûrkirina aloziya Sûriyeyê ne. Emerîka, Rusya û Rejîma Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe  lihevkirin çêdikin. Îro jî êrîşên ku li ser heremê me tên hemû destê van dewletan pêk tên. Li ku derê kurdek hebe dewleta tirk êrîşê wan dike. Armanca Erdogan qirkirina Gelê Kurd e. Ji bo wê ne dibêje jin e û zarok e êrîş dikin. Her wiha pêkhateyên din jî armanc digire, bi Gelê Kurd re pêkhateyên ereb, ermen,tirkmen û aşurî jî jiyana xwe ji dest dan."