‘Bêdengî hevkariya bi êrîşkaran re ye’

  • 09:11 3 Mijdar 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Ji jinên Serêkaniyê yên bi zarokên xwe koçber bûne û li dibistanên Hesekê bi cîh bûne Zehra Hesen Qudey da zanîn ku ew ê Serêkaniyê ji dagirkeran re nehêlin û got: “Em axa xwe ya ewqas zarokên me tê de şer kirin û canê xwe  feda kirin ji çeteyên dewleta tirk re nahêlin.”
 
Ji penaberên Serêkaniyê yên hatine li dibistanên Hesekê bi cîh bûne Zehra Hesen Qudey diyar kir ku ew ê Serêkaniyê ji dagirkeran re nehêlin û wiha domand: “Ez dayika Şehîd Masîro me. Ji bo parastina vê axê me zarokên xwe dane, ma em ê ji kê re bihêlin. Min Masîroyê xwe bi dinyayê nedida. Ez ê li ser wesiyeta kurê xwe bim heta weke wî diçim. Jixwe ew jî dizane em dest ji ked û xwîna zarokên xwe bernadin, ji bo wê ye êrîşên nijadkujiyê dikin. Di nava agirê tank û topan de zarokên me xwe kirin mertal şer kirin û gel ji taxan derxistin. Zarokên me yên şer dikirin û parastina me dikirin li ber çavên me şehîd diketin. Ji bo parastina me bi fedayî li hemberî êrîşan disekinîn. Gelo kî dizane dema me pişta xwe da Serêkaniyê û em derdiketin me çi jiya?”
 
‘Serkeftin her a me ye’
 
Zehrayê destnîşan kir ku ji ber êrîşên giran ên dewleta tirk û komên girêdayî wê ji Serêkaniyê wan koçî Hesekê kiriye lê dê bi tu awayî axa xwe dagirkeran re nehêlin û wiha berdewam kir: “Bi gava destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê  re pir giran ser Serêkaniyê de hatin. Hem bejayî hem hewayî berê hemû çekên giran dan ser me, heta nava taxên me bombebaran kirin. Em neçar man zarokan ji nava wî agirî bidin aliyekê, ji bo wê em hatin Hesekê. Ji xwe yên destê wan çek bigire li wê man û şer kirin. Em jinên xwedî zarok me tenê zarokên xwe girt û em derketin. Ev ji wan re namîne, ma ne ev zarokên biçûk hemû şahidê vê hovitiyê ne. Ne gengaz e kes bikare pêşiya van zarokan bigire. Ew dijminê xwe dinasin. Ji niha heta sed salên dinê be, axa me ji wan re namîne û em ê li Serêkaniyê vegerin. Serkeftin a me ye. Bijî berxwedana YPG/YPJ û QSD’.”
 
‘Aqubeta Bexdadî li serê Erdogan be’
 
Zehrayê bal kişand ser zehemtiyên jiyana di nava dibistanan de û wiha pê de çû. “Binêrin ev alem çawa perîşan bûye, di van dibistanan de. Li Efrînê wisa kirin, digotin wê dinya dengê xwe bikin. Em ji Efrînê qirêjiya wan dizanin. Li hemberî hovîtiya li Efrînê kirin, dewletên navneteweyî dengê xwe nekirin. Heta niha jî ji bo Efrînê dengek bi hêz ku bikare zextê li dagirkeran bike derneketiye. Li Girê Spî û Serêkaniyê jî êrîşan dest pê kir û hîna jî bi hemû hovîtiya xwe didome. Du roj berê jinek ereb li gundekî nêzî Serêkaniyê kuştin û zaroka wê ya şeş mehî sêwî hiştin. Dengê dewletan dernakeve. Dê hevkarên êrîşan û îxanetkar her dem rûreş bin. Dê aqubeta Bexdadî li serê Erdogan be. Teqez dê kuştina Erdogan bi destê xwediyê wî be.”
 
'Dewlet û desthilat nikarin me ji hev bikin û cudahiyê têxin nava me'
 
Zehrayê dijminiya dewletên cîran a li hemberî kurdan jî wiha anî ziman: “Ji bo Serêkaniyê û Efrînê dewletên navneteweyî dengê xwe nakin, lê dema şer ber bi Reqayê ve çû hema nerazîbûn nîşan dan. Ev jî dijminiya dewletên cîran û hêzên desthilat a li hemberî kurdan nîşan dide. Em hemû gelên Serêkaniyê yek in û bi hev re dijîn. Dewlet û desthilat nikarin me ji hev bikin û cudahiyê têxin nava me.”
 
‘Bêdengî hevkariya bi êrîşkaran re ye’
 
Dayikek din a navê xwe negot jî bi hêrs qala êrîşên roja destpêkê ya dema hîna bi zarokên xwe re li Serêkaniyê bû kir û got: “Bi tank û balafiran êrîş anîn ser me. Em di nava agir de man. Hemû qirêj û gemara xwe berdan ser serê me. Erdogan çi ji me dixwaze? Em hemû koçber kirin. Em bi zarokên xwe re bi rojan li nava zeviyên genim man. Heta me xwe gihand rêveberiya xweser. Niha em bi van zorak ve penaber bûne. Em hemû di nava hev de, perîşan bûne. Çi karê Erdogan li ser axa me heye? Tiştekî kesekî li cem me nîne. Bila belaya xwe ji me vekin. Bêdengiya her kesî tê maneya hevkariya wan a bi êrîşkaran re. Ew hemû bazirgan in, bi çavê ticaretê li me dinêrin. Em ê jî li hemberî dirûtiya wan li ber xwe bidin. Em Serêkaniyê ji çeteyan re nahêlin."