'Em wekî jinên Helebê amade ne tevlî berxwedana rûmetê bibin'

  • 09:08 3 Mijdar 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê Foziyê Abdil Alhanan têkildarî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li ser Rojava wiha got: ”Ev êrîş ne tenê kurdan an jî hêzên leşkerî me hemû welatiyên Sûriyeyê hedef digire. Ji bo parastinê em wekî jinên Helebê amade ne tevlî berxwedana rûmetê bibin.”
 
Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hemû teknîk, balafir û çekên giran êrîşî Rojava kir. Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava hîn dewam dike. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê ku li taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê xebat dike ya bi navê Foziya Abdil Alhanan wiha got:"Em li dijî dijmin xwedî seknek ji xwe bawer in. Em nahêlin dagirker bigihêjin armanca xwe."
 
'Bi  çeteyên xwe dîsa jinan hedef digirin'
 
Foziyayê hedefgirtina Sekretera Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr xist û wiha domand: ”Em welatiyên kurd, ereb, ermen û suriyan bi hev re li ser vê axê bi aramî dijîn. Me pergala xwe ya xweser ava kiriye û parastina me jî hêza me ya QSD’ê dike. Erdogan dixwaze jiyana me ya aram carek din vegerîne dojeha dema DAIŞ’ê. Bermahiyê hemû komên çete kom kiriye carek din bi wan êrîşî me dikin. Weke salên derbasbûyî û dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê car din jinan hedef digirin û herî zêde êrîşî jinan dikin. Dîmenê qetilkirina pêşenga me Hevrîn Xelef û hevalên wê li ser medyaya civakî li tevahî cîhanê belav bû û her kesê dît çî bi serê me tînin. Ji pêşengên siyasî, heta zarokên weke Mihemed hemû mirovên li ser vê axê hedefa êrîşên dagirkeriya dewleta tirk e. Ew dizanin bi pêşengiya jinê şoreşa Rojava xwe gihandiye her deverê dinyayê. Ji ber wê hedefa destpêkê jin in.”
 
‘Em jinên Sûriyê bi şoreşa Rojava şiyar bûn’ 
 
Foziyê bi lêv kir ku li hember êrîşan ew ê  her dem serî hildin û wiha dawî lê anî: “Em ê tevlî berxwedana rûmetê bibin û li pişta QSD’ê bisekinin. Em jinên ereb beriya şoreşa rojava mafê me winda bû, lê di dema derketina şoreşa rojava de me weke jinên ereb me xwe îsbat kiriye. Di hemû qadên jiyanê de cihê me heye û em di nava hemû saziyan de cihê xwe digirin. Ji ber wê jî em qet dev ji axa xwe bernadin. Tu tiştê Erdogan û çeteyên wî li ser vê axê tune ye. OSD ne tenê kurdan di nava xwe dihewîne, ew ji parastina hemû welatiyên Sûriyeyê berpirs e û diparêze. Em jinên Helebê amade ne tevlî berxwedanê bibin. Ji bo parastina şoreşa Rojava divê em bi yekdengî rabin û li hember van dagirkeran bisekinin. Em wekî jinên Helebê amade ne tevlî berxwedana rûmetê bibin. Careke din na ji dagirkeriyê re, bijî berxwedana rûmetê."