'Dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike'

  • 09:07 3 Mijdar 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Almaz Sebrî ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê hatibû revandin û ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin diyar kir ku bi êrîşên li ser Rojva tê xwestin ku bûyera Şengalê dubare bibe û wiha got:"Dewleta ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê dewleta tirk bi xwe ye. Dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike û bişîne ser serê gelê kurd."
 
Di 3’ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Di êrîşan de gelê Şengalê hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarokên hatin revandin. Bi taybet jin hedef hatin girtin û li bazaran hatin firotin.  Almaz Sebrî ya 19 salî ya ji Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat revandin û ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin. Almazê ji me re behsa çîroka xwe kir.
 
'Bav û birayê min li ber çavên min qetil kirin'
 
Almazê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê jiyana jinan tarî kir û wiha got: "Di 3'yê tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin. Di wê demê de temenê min 13 salî bû. Çeteyan min û malbata min esîr girtin. Birayê min û bavê min li ber çavên min kuştin. Min û dayika xwe ji hev qut kirin û berê min dan Mûsil pişt re Baxozê."
 
'Li Baxozê ez li hêviya mirinê bûm'
 
Almazê diyar kir ku gelek zilim lê hatiye kirin û wiha got: "Li Baxozê em komek jin di zindanê de bûn. Yek ji çeteyên DAIŞ’ê derbasî zindanê bû û ferz kir ku ez pê re bizewicim.  Temenê min hîn 13 salî bû. Lê ji ber redkirina min ez rastî şidetê hatim. Piştî wê ez pê re zewicîm. Di nava 6 heyvan de ew kes winda bû û min bi çeteyekî din re zewicandin. Ew jî di nava salekê hate kuştin û bi çeteyekî sêyemîn dan zewicandin. Jiyana me reş kiribûn. Tirs û şidet kêm nedibû. Ez 2 caran li Baxozê jî birîndar bûm, ji ber ku balafir li cihê çeteyan dixistin. Çeteyan me bi xwe re digerandin ji ber wê em jî birîndar bûn. Em li hêviya mirinê bûn ji bo em ji terora wan xelas bibin."
 
'QSD’ê me ji tarîtiyê xelas kir' 
 
Almazê behsa rizgarkirina xwe kir û got: "Ez li hêviya mirinê bûm, lê Şervanên QSD’ê jiyana me ji terora wan xelas kir. Dema QSD hat em pir kêfxweş bûn ji ber bi hatina wan jiyana me ronî bû û min radestî mala Êzidiyan kirin û di van rojan de ez ê biçim Şengalê bijîm. Em deyndarê QSD’ê ne ku me ji terorê xelas kir."
 
'QSD’ê tola me hilgirt'
 
Almazê spasiya şervanên QSD’ê kir û got: "Kuştina Ebû-Bekîr El-Bagdadî mizgîniyek ji bo me bû. Bi kuştina El-Bagdadî QSD’ê tola bi hezaran jinan hilgirt. El-Bagdadî di nava sînorê di bin kontrola tirkiyeyê de hat kuştin. Ev diyar dike ku yê DAÎŞ'ê xwedî dike, dewleta tirk e. Ew û DAIŞ’ê yek in, fikra wan yeke."