‘Pirsgirêka sereke perwerdeya zimanê zikmakî ye’

  • 09:03 3 Mijdar 2019
  • Rojane
AMED - Egîtîm Sen ji bo şert û mercên perwerdeyê raporek ji bo Perwerdeya Neteweyî amade kir. Li gel vê yekê li dijî qanûnên ku nû hatine rûniştin bangeşeya komkirina îmzayan da destpêkirin.
 
Sîstema perwerdeyê tu sal nîne ku bi pirsgiran re dest pê neke. Di serê van pirsgirêkan de bê guman perwerdeya bi zimanê dayikê tê ku bi salane ji bo vê yekê gav nehatine avêtin. Li gel van yekan şert û mercên perwerdeyê jî di rewşek xeter de ye. Egîtîm Senê li dijî van yekan raporek ji bo Perwerdeya Neteweyî amade kir. Bi wê re dest bi bangeşeya komkirina îmzayan hat kirin. Herî dawî bi munasebeta daxwazkirina mafê xwe wê di 23' yê Mijdarê de li Enqereyê konferansek Navendî were lidarxistin. Zeynep Akad bi vê boneyê wiha got; “Ji bo em xwedî li mafê xwe, li mafê xwendevanan derkevin werin em li qadan dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Pirsgirêka sereke perwerdeya zimanê zikmakî ye’
 
Sekreterê Şaxa Yekem a Egitim Senê Zeynep Akad  li ser sala nû ya perwerdeyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got; “Weke her salê perwerdeya îsal jî bi pirsgirêkan re dest pê kir. Çendî sedem weke derfetên fîzikî, bandorên qeyrana aborî werin nîşakirin jî pirsgirêk sîstem û rêveberiya Perwerdeya Neteweyî (Milli Egitim) ye. Li gorî bi hezaran mamoste kar nakin jî Perwerdeya Neteweyî  di xebitandina mamosteyên bi pere re bi israr e û dixwaze bi vê kiryarê re kêmasiyên xwe binixûmînin. Ya herî girîng ku di serî de divê qala wê bê kirin bê guman perwerdeya bi zimanê zikmakî ye. Ev bi salane têkoşînek ji ber wê yekê tê dayîn lê mixabin gavek biçûk jî di wî alî de nehat avêtin. Bi hezaran zarok û malbat dibin mexdûrê vê yekê. Me weke Egitim Senê li dijî van pirsgirêkan têkoşînek da  meşandin. Di derbarê mercên perwerde û xebatan de me raporek ji Perwerdeya Neteweyî  re amade kir. Mixabin ji bo çareserkirinê hewildanek a wan pêk nehat û diyar e dixwazin bi van pirsgirêkan re berdewam bikin.”
 
‘Mafê kedkaran tê binpêkirin’
 
Zeynepê di berdewamiya axaftina xwe de cih da van gotinan; “Di hevpeymana giştî ya kar de car din payeke girîng ji kedkaran re nehat veqetandin. Pirsgirêk û keda wan ji nedîtî ve hat. Di hevpeymana kar a TİS'ê ya ji bo sala 2019 – 2020’an de îmza kiriye car din kedkar nehatine fikirîn û ev hevpeyman wan kedkaran ber bi hejariyê û krîzê ve bir.  Li dijî nirxandina performansa mamosteyan, mamostetiya berendamtî û ji bo sîstema wan a kar û rêveberiya kar re me weke Egitîm Sen bangeşeya komkirina îmzayan da destpêkirin. Dixwazin bi mamosteyan re têkiliyek ya muşteriyan deynin. Ji aliyekî ve hemû pirsgirêka perwerdeyê dimîne ser milê mamosteyan. Ev yek karê wan dixe talûkeyê ku em li dijî vê yekê ne. Em jî daxwaz dikim hemû kedkarên mamoste pişgiriya bangeşeya me bikin. Hemû bar li ser milê kedkaran e. Divê em vê yekê bidin rawestîn. Zeynep herî dawî bi munasebeta xwedî li maf û keda xwe derketinê hemû mamosteyan daxwazê konferensa navendî ya li Enqerê were kirin kir. Em ê carek din li qadan daxwaza mafê xwe bikin û dengê xwe bilind bikin. Carek din em ê daxwzên xwe ji cihên rayedar re ragihînin.”