ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2019'AN

  • 09:00 3 Mijdar 2019
  • Rojev
*Egîtîm Sen ji bo şert û mercên perwerdeyê raporek ji bo Perwerdeya Neteweyî amade kir. Li gel vê yekê li dijî qanûnên ku nû hatine rûniştin bangeşeya komkirina îmzayan da destpêkirin. DÎMEN HEYE
 
*Almaz Sebrî ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê hatibû revandin û ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin diyar kir ku bi êrîşên li ser Rojva tê xwestin ku bûyera Şengalê dubare bibe û wiha got:"Dewleta ku piştgiriyê dide DAÎŞ'ê dewleta tirk bi xwe ye. Dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike û bişîne ser serê gelê kurd."DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Helebê Foziyê Abdil Alhanan têkildarî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wên yên li ser Rojava wiha got: ”Ev êrîş ne tenê kurdan an jî hêzên leşkerî me hemû welatiyên Sûriyeyê hedef digire. Ji bo parastinê em wekî jinên Helebê amade ne tevlî berxwedana rûmetê bibin.”DÎMEN HEYE
 
*Ji jinên Serêkaniyê yên bi zarokên xwe koçber bûne û li dibistanên Hesekê bi cîh bûne Zehra Hesen Qudey da zanîn ku ew ê Serêkaniyê ji dagirkeran re nehêlin û got: “Em axa xwe ya ewqas zarokên me tê de şer kirin û canê xwe  feda kirin ji çeteyên dewleta tirk re nahêlin.”
 
*Endamên Mala Jinê û Kongreya Star ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe nîşan dan û wiha gotin: "Duh hedefa dewleta tirk, li Efrînê gelê Ermen û Kurd bû, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate ye."DÎMEN HEYE
 
*Di serdema nû de li bajarê Qersê cara yêkem e ji aliyê şaredariya HDP’ê ve koma futbolê ya jinan hate avakirin. Listîkvanên ku di komê de cih digirin diyar kirin ku ew ê qadan bikin qadên jinan û gotin ku  li dijî tundiyê ew ê li qadan têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
* Li Omeryan di meha îlonê de pevçûn hatibûn jiyîn û piştî pevçûnan li ser gundiyan zext zêde bûn. Tevî ku di ser bûyerê re meh derbas bûn, tehdîd didomin û gundiyan diyar kirin ku zext li wan tên kirin ku malên xwe terk bikin. BI DÎMEN
 
*Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin da zanîn ku binçavkirina siyasetmedarên jin, li hember destkeftiya jinan e û wiha got: “Desthilatdarî bi vê hêrsa xwe di asta qirkirina siyasî de nêzî xebatên hevserokatiyê dibe.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka KMO ya Stenbolê Selîn Top diyar kir ku li Tirkiyeyê ev çend sale ji ber krîza aboriyê jin hem li malê hem li cihê xebatê zêde dixebitin û herî zêde jî keda wan tê binpêkirin. Selînê wiha got: “Em pêvajoyên krîza aborî dikarin wekî pêvajoyên ku kapîtalîzm û patriyarkar zêdetir xurt dibin bigirin dest.”