Jinên Silêmanî bi dirûşma ‘Ji berhemên tirkî re na’ piştgirî dan Rojava

  • 19:34 2 Mijdar 2019
  • Rojane
Evîn Gelaleyî
 
SILÊMANÎ - Jinên Silêmanî di xwepêşandanê de bi duruşmeya ‘Leşkerên tirkiye bila derkevin’ û ‘Ji berhemên tirkî re na’ piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kirin ku kel û pelê tirkiye baykot bikin.
 
Îro xwepêşandana li Silêmanî bi beşdarbûna hezaran jin û çalakvanan ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Duruşmeyên ‘Leşkerên tirkiye bila derkevin’ û ‘Ji berhemên tirkî re na’ hatin berzkirin. Kesên beşdar bûn piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê û daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kirin ku kel û pelê tirkiye baykot bikin.
 
‘Em piştgirî didin Rojava’
 
Gelawêj Hesen yek jî xwepêşandara li Silêmanî dibêje: “Ji zaroktiyê ve ez di nava vê karî de me ji bo azadiya netewî ya kurd, niha jî li dijî dagirkeriya diktatoriya tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê em hatine kolanan û piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar dikin.”
 
‘ Kirîna her kel û pelek yê tirkiye fîşekekege ser singê şervanan e’
 
Peyam Ehmed parlemantera xala pêşî ya tevgera Goran balê dikişîne li ser hemwelatiyên Başurê Kurdistanê piştgirî didin berxwedana Rojava û şervanan û wiha got:" Dewleta faşist ya tirk û erdogan bi hemû hêza xwe êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, bangawaziya me ji hemu hemwelatiyan ewe ku kel û pelê tirkiye bakot bikin, ji ber kirîna her kel û pelek yê tirkiye fîşekekege ser singê şervanan e.”
 
‘Şervan û berxwedana Rojava taca serê me ye’
 
Behre Tariq dibêje: “Şervan û berxwedana Rojava taca serê me ye, di encamê de ev xwepêşandan gelek giring e ji ber em ê nişanî hemû dinyayê bidin ku Rojava ne bi tenê ye. Ger em nekarin bi çekan piştgirî bidin Rojava û li dijî dagirkerî bisekinin, pêwîsit e bi baykotkirina kel û pelê tirkiye em piştgiriya xwe nîşanî Rojava bidin.” 
 
Çlure Herdîş wiha got: “Pêwsit e bi boykotkirina kel û pelê tirkiye em piştgiriya xwe Rojava  û bêjin  em jî li gel wene.”
 
‘Tişta di destê me de ew e ku em kel û pelên tirkiye baykot bikin’
 
Gulale Sedîq jî dibêje: “Pêwîst e kurd li her cihekê yê dinyayê dengê xwe bilind bike û piştgirî bide Rojava. Ji bo min cihê serfiraziyê ku ez ez di vê xwepêşnadanê de amade me. Em ne xwedî çekên bi hêz in, baştirin çeka me ew e ku em aboriya tirkiye têk bibin niha tişta di destê mede ewe ku em kel û pelên tirkiye baykot bikin.” 
 
‘Wê kurdistan ji dagirkeran bibe goristan’
 
Dilsoz Zengene rêveberê rêxsitina Dabîne wiha got:"Leşkerên tirk bi awayekî dirinde êrîşî Rojava dike. Jinan zarokan qetil dike. Wê kurdistan ji dagirkeran bibe goristan. Ew ê ji Erdogan re bibe goristan."